Li Çarçella û Xakûrkê çalakiyên gerîla

HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan li herêma Çarçella û Ermûşê li dijî artêşa tirk çalakî kirin û di çalakiyan de gelek leşker hatine kuştin. HPG’ê ragihand ku di heman demê de 4 gerîla jî şehîd bûne

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla yên li dijî artêşa tirk daxuyaniyeke nivîskî da.

HPG’ê diyar kir ku hêzên wan di 27’ê hezîranê di çarçoveya Pêngava Şehîd Bager û Şehîd Ronya de li devera Çarçella ya Herêma Zagrosê li dijî artêşa TC çalakiyeke sekvaniyê kir û di çalakiyê de leşkerek hatiye kuştin. HPG’ê destnîşan kir ku di 1’ê tîrmehê saet di 10:30’an de jî li devera Ermûş a girêdayî Herêma Xakûrkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê di navbera hêzên wan û artêşa tirk de şer qewimî û di şer de gelek leşker hatine kuştin. HPG’ê da zanîn ku di şer de droneyek hatiye xistin û di şer de gerîlayên bi navên Masîro û Şaho jî şehîd bûne.

Li Dêrsimê şer

Bi domdarî jî HPG’ê daxuyand ku artêşa tirk di 24’ê hezîranê de li devera Neynika ya Herêma Pûlûr a Dêrsimê operasyonek kiriye û bi balafirên şer û helîkopteran qad bombebaran kiriye. HPG’ê destnîşan kir ku artêşa tirk piştî bombebaranê li herêmê leşker danîn û di navbera hêzên wan û leşkeran de şer derketiye. HPG’ê ragihand ku di şer de 3 gerîla şehîd bûne û operasyona li qadê hê jî didome.

Bomberana li ser herêmê

Têkildarî êrîşên hewayî jî HPG’ê ev agahî dan: “Balafirên şer ên TC’ê ya dagirker di 2’yê tîrmehê saet di 20:00’an de devera Bektora ya herêma Heftanînê û Girê Şehîd Zinar bombebaran kir. Di 3’yê tîrmehê saet di 10:30’an de devera Kurojaro ya Herêma Zapê û di saet 17:00’an jî devera Şikefta Birîndaran bombebaran kir.” BEHDÎNAN

Dikarî Biecibînî