26 sal in li hestiyên bavê xwe digerin

Hevjîn û zarokên Îzzettîn Çelîk ê di şerekê li herêma Xerzana Bedlîsê şehîd bû, 26 sal in li hestiyê wî digerin. Hemû lêgerînên malbatê bê encam man. Malbatê herî dawî berî salekê ji bo cezayên li Kîlyos hatine veşartin serlêdan kirin, lê hê jî tu bersiv ji wan re nehatiye dayîn

Îzzettîn Çelîk di sala 1994’an de li Herêma Xerzanê ya Bedlîsê di şer de jiyana xwe ji dest da. Hevjîn û zarokên Çelîk ên li Stenbolê dijîn, ev 26 sal in li hestiyê wî digerin. Çelîk ê li gundê Kanîkê ya navçeya Hezo ya Êlihê dijiya û her tim ji ber xebatên xwe yên polîtîk dihat binçavkirin û îşkencekirin, li ser van zext û êrîşan di sala 1993’yan de beşdarî PKK’ê dibe. Bavê 7 zarokan Çelîk, piştî salekê di 25’ê Tîrmeha 1994’an de li Herêma Xerzanê ya Bedlîsê şehîd dibe.

Di 19’ê Kanûna 2017’an de 282 cenaze ji Goristana Xerzanê ya Bedlîsê hatin derxistin û birin Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Stenbolê. Cenazeyên biribûn ATK’ê niha di qutiyên plastîk de, li peyarêya Goristana Kîlyosa Stenbolê hatine veşartin. Li ser vê yekê malbat kete nava tevgerê û ji bo hestiyên xwe bigirin serlêdan kirin. Malbata Çelîk jî berî salekê çû Bedlîsê û ji bo testa DNA’yê bide serlêdan kir. Lê hîn jî bi tu awayî bersiv ji malbatê re nehatiye dayîn.

Binçavkirin û îşkence

Kurê Çelîk ê 36 salî Ahmet Çelîk, diyar kir ku bavê wî li gund xebatên polîtîk bi rêve dibir û wiha behsa serpêhatiya bavê xwe kir: “Bavê min qala maf û têkoşîna gelê kurd dikir. Ji ber vê sedemê dewletê ew hedef nîşan da. Bavê min kesek polîtîk bû. Her tim xebatên siyasî bi rêve dibir. Tim digot ‘gelê me bindest e. Bila ziman û nasnameya me neyê qedexekirin.’ Ji ber ku ev xebat bi rêve dibirin, dewlet tu rehetî neda. Bi dehan car bavê min hat binçavkirin û îşkencekirin. Lê wî dîsa xebatên xwe dewam dikir. Piştî demekê dîsa binçavkirin û îşkenceyek giran lê kirin. Ji ber zanîbû ku wê dewlet wî rehet bernede, ew jî çû tev li PKK’ê bû.”

‘Me pir xizanî dît’

Çelîk bi bîr xist ku piştî bavê wî diçe, bi malbatî rastî gelek zoriyan tên û wiha got: “Piştî bavê min çû, me 7 xwişk û bira û dayika min pir zor û zehmetî kişandin. Jiyana me di nava zoriyê de derbas bû. Me pir xizanî dît. Ez di sala 1996’an de 15 salî bûm. Ez neçar mam ku bên Stenbolê bixebitim. Li vê derê ez xebitîm û min li malbata xwe mêze kir. Pênasekirina zoriya me kêşand qet tuneye.”

Hemû hewldanên wan bê encam man

Malbat çawan agahiyê digere ku bavê wan jiyana xwe ji dest daye, dest bi lêgerîna cenazeyê wî dikin, lê hemû hewldanên malbatê bêencam dimîne. Malbat li aliyekê di nava pêvajoya şer de lêgerîna xwe dewam dike û li aliyê din jî, bi gumana dibe ku cenaze di destê dewletê de be serî li dadgeha Bedlîsê dide. Dadgeh piştî 3 salan, bêyî ku encam bibe di sala 1997’an de tê girtin.

Çelîk, di dewama axaftina xwe de wiha besha wan rojan dike: “Wê demê rewş pir awarte bû. Ji ber şer me cenazeyê xwe nedît. Piştî Goristana Xerzanê hat xirabkirin, me got dibe ku li wê derê be. Ji ber vê me serlêdan kir. Ger ne li wê derê jî be, em ê dîsa lêgerîna xwe dewam bikin. Cenazeyê me rûmeta me ye. Hêviya me ye.”

 ‘Em hemû cenazeyên li Kîlyosê dixwazin’

Çelîk da zanîn ku ew bi bavê xwe serbilind in û wiha pê de çû: “Em hîn jî êşan ne dîtina cenazeyê bavê xwe dikêşin. Ev 26 sal in, em bi vê hesretê û hizirê dijîn. Ger em hestiyên bavê xwe bibînin, hinek be jî wê dile me rehet bibe. Qet nebe em ê zanibin me cenazeyê wî dîtiye. Lê em baş dizanîn em çi jî bikin wê dilê me rehet nebe. Ev êş wê her tim di dilê me de bimîne.”

‘Em careke din destûrê nedin’

Her wiha Çelîk destnîşan kir ku êşa ku bi salan e dijîn kêliyek be jî, kêm nebûye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em dixwazin cenazeyê xwe bigirin. Têkilidarî Kîlyosê jî em ne tenê cenazeyê bavê xwe dixwazin. Em hemû cenazeyên xwe yên li wê derê dixwazin. Divê hemû sazî û partiyên kurdan û gelê kurd xwedî van cenazeyan derkevin. Malbatên ku heya niha testa DNA’yê nedane, bila biçin testa xwe ya DNA’yê bidin. Hilweşandin Goristina Xerzanê em pir xemgîn kirin. Îro em vê rewşê dijîn. Lê ger em pêşiya vê rewşê negirin, ev yek wê derkeve pêşberî me hemûyan. Divê em vê rewşê qebûl nekin û pêşiya wê bigirin. Ev goristan hilweşandin. Pêwîst e ku em carek din destûr nedin kiryarên wiha. Werin em carek din wan cenazeyan li goristina Bedlîsê defin bikin. Ger em xwedî van cenazeyan derkevin, wê bûyerek wiha tu cardin rû nede.” STENBOL

Dikarî Biecibînî