Ciwanan ji bo derxistina leşkerên tirk ji xaka Başûr îmze kom kirin

Ji bo leşkerên tirk ên dagirker ji başûrê Kurdistanê bên derxistin, bi pêşengiya Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer kampanyaya îmzeyan dewam dike. Ciwanan li tax û dikanên Bazyan û Tekyeyê geriyan û îmze komkirin

Navenda Nûçeyan |

Di çarçoveya pêngava ‘Ji bo Kurdistaneke azad û serbixwe faşîzm û dagirkeriyê birûxîne’ de, di 3’yê Hezîranê de li başûrê Kurdistanê kampanyaya îmzeyan a ji bo derxistina leşkerên tirk ên dagirker hatibû destpêkirin.

Komkirina îmzeyan dewam dike. Di vê çarçoveyê de ciwanan duh li bajarôkê Tekye û Bazyan ên ser bi Silêmaniyê, geriyan û îmze komkirin. Welatiyên Bazyan û pêşwaziyek baş li ciwanan kirin û kampanyayê îmze kirin.

Armanca sereke ya kampanyayê ew e ku leşkerên tirk ji her devera başûrê Kurdistanê û Iraqê bên derxistin.

Li gel komkirina îmzeyan her wiha li malpera Change.org jî heman kampanyayê destpê kir.

Kesên dixwazin beşdarî kampanyayê bibin bi rêya vê lînkê dikarin tev li bibin;

https://www.change.org/p/ریکخراوی-ژیانەوەی-گەنجان-بۆ-کوردستانێکی-ئازاد-و-سەربەخۆ-فاشیزم-و-داگیرکاری-بڕووخێنە

Dikarî Biecibînî