Ciwan gund bi gund digerin û li dijî dagirkeriyê îmzeyan kom dikin

Ciwanên herêma Binarê Qendîlê di çarçoveya kampanyaya îmzeyan a ji bo derxistina leşkerên tirk ji xaka başûrê Kurdistanê de gund bi gund digerin û îmzeyan kom dikin

Bi pêşengiya Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê û Jinên Ciwan ên Têkoşer li dijî dagirkeriya dewleta tirk a li başûrê Kurdistanê, Pêngava Seferberiya Heftanînê hatibû destpêkirin. Di çarçoveya pêngavê de jî kampanyaya îmzeyan hatibû destpêkirin.

Ciwanên Binarê Qendîlê jî ji bo derxistina leşkerên tirk ji xaka başûrê Kurdistanê dest bi komkirina îmzeyan kirin. Di vê çarçoveyê de ciwanên welatparêz li herêmê gund bi gund digerin û îmzeyan kom dikin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku kampanyaya îmzeyan li her deverekê başûrê Kurdistanê û li ser malperan jî hatiye destpêkirin. QENDÎL

Dikarî Biecibînî