Sevîl Rojbîn Çetîn ji bo îfadeyê sewqî edliyeyê kirin

Aktîvîsta TJA'yê Sevîl Rojbîn Çetîn ku ji hêla polîsan ve hatibû îşkencekirin, piştî pêvajoya binçavkirinê ku 12 rojan dom kir, ji bo îfadeyê îro sewqî edliyeyê hate kirin

Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) û endama Lijneya Rêveberiyên Demokratîk ên Xwecihî Sevîl Rojbîn Çetîn di dema binçavkirinê de polîsan bi kuçikan îşkence lê kiribû. Çetîn 12 rojan di bin çavan de ma û polîsan xwest duh li emniyetê îfadeyê bigire. Lê belê Çetîn mafê xwe yê neaxaftinê bi kar anî.

Çetîn îro jî ji bo îfadeyê ji emniyetê sewqî edliyeyê hate kirin.

Ji bo piştgiriya bi Çetîn re endamên HDP’ê yên Amed û Mêrdînê û aktîvîstên TJA’yê jî li edliyeyê amade bûn. MÊRDÎN