Bernameya ‘Hevdîtinên Demokrasiyê’ ya HDP’ê diyar bû

HDP dê bi kampanyaya ‘Hevdîtinên Demokrasiyê’ re bi hemû beşên civakê re bê gel hev û cirma qidemê, hilweşandina ekolojîk, binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan, pevçûn û operasyonan û pirsgirêkên li welat bi gel re nîqaş bike

Bernameya ‘Hevdîtinên Demokrasiyê’ ya HDP’ê ku di çarçoveya Bernameya Tekoşîna Demokratîk de dabû destpêkirin, diyar bû. Wê di vê pêngava duyemîn de HDP bi gelek bêşên civakê re bê gel hev. Dê HDP destpêkê bi nûnerên parastinê ku li dijî pêşnîyarqanûna baroyan derdikevin re bê gel hev.

HDP dê di 14’ê tîrmehê de li ber derê Girtîgeha Amed û Muzeya Ûlûcanlar a Enqereyê, bi şîara ‘Em ji bo tev bi hev re hiqûq û mafê mirovan tên gel hev’ daxuyanî bide. Wê malbatên girtiyan û parastvanên mafên mirovan jî tev li daxuyaniyan bibin. Di çalakiyan de dê beşdar pirsgirêkên li girtîgehan, neheqiya pergala înfazê, rewşa girtiyên di rojiya mirinê û greva birçîbûnê de bînin ziman.

Li Rihayê hevdîtina kedê

Navendeke din a girîng a hevdîtinan karkerên çandiniyê be. Di vê çarçoveyê de li Rihayê yê herêmê ku gelek karkerên demsalî lê hene hin çalakî bên lidarxistin. HDP, wê li bajar ‘Hevdîtina Kedê ya bi Karkerên Çandiniyê yên Demsalî re’ pêk bîne û armanc dike ku bi vê yekê bi rêxistinên kedê re di nav têkiliyan de be.

Di pirsgirêka kurd de daxwaza çareseriya demokratîk

Di 17’ê tîrmehê de jî hevdîtineke girîng pêk bê. Ji bo balkişandina ser operasyonên derveyî sînor ên ku di encamê de sivîl jiyana xwe ji dest didin û daxwaza ‘aştiyê’ ya gel li Amedê hevdîtineke xurt bê lidarxistin. Wê di hevdîtinê de çareseriya demokratîk a pirgirêka kurd bê ziman û tê payîn ku partiyên kurdistanî û hêzên demokrasiyê jî tev li hevdîtinê bibin.

Cirma qidemê

Li Stenbolê jî di 17’ê tîrmehê de bi şîara ‘Cirma qidemê û bêkarî’ hevdîtinek pêk bê. Wê di hevdîtinê de mafên kedkaran ên tên xespkirin û xizanî û daxwaza aştiyê derkeve pêş û sendîka, rêxistinên pîşeyî, komeleyên karkeran, kesên teqawîtiya wan li Emr Eleqiye (EYT) beşdar bibin. Wê ji herkesî re mafê axaftinê bê dayîn.

Beşên baweriyê

HDP ji bo komên baweriyan jî xebateke bi rê ve dibe. Wê bi mijara ‘Em ji bo Azadiya Gelan û Baweriyan Tên Gel Hev’ di 18’ê tîrmehê de li Hatayê hevdîtinek pêk bê û nûnerên komên olî di hevdîtinê de cih bigirin.

Hevdîtina malbatên Pirsûsê

Dê di 20’ê tîrmehê de roja salvegera Komkujiya Pirsûsê li Stenbolê bi malbatên qurbaniyan re çalakiya rûniştinê bê lidarxistin.

Di 20’ê tîrmehê de HDP ji bo salvegera 4’emîn îlankirina Rewşa Awarte ya piştî Hewldana Darbeya Leşkerî ya 15’ê tîrmehê, bi kedkarên ku bi KHK’ê ji kar hatin avêtinê re bê gel hev. Di vê çarçoveyê de ‘Hevdîtina Demokrasî û Edaletê’ bê lidarxistin û ji hemû bajaran bi tevlibûna KHK’yên dê li Enqereyê hevdîtin pêk bê.

HDP di 21’ê tîrmehê de jî li Stenbolê ‘Hevdîtina Ronakbiran’ lidar bixe. Wê HDP bi akademîsyen, nivîskar û hunermendan re bê gel hev û ji bo dema pêş nêrînên wan guhdar bike.

Dê HDP di 22’yê tîrmehê de bi nîfşa Z ku bi azmûna YKS’ê ket hedefa desthilatê re jî li Stenbolê bê gel hev.

Qenala Stenbolê

Li dijî projeya Qenala Stenbolê ya bi nîqaş jî li Stenbolê bi beşdariyeke berfireh hevdîtineke ekolojiyê pêk bê.  Di heman demê de ji bo hilweşandina ekolojiyê ya li welat jî nêrîn û pêşniyar bên girtin.

Fînal li Îzmîrê ye

Rawesatageha dawîn a hevdîtin demokrasiyê di 26’ê tîrmehê de li Îzmîrê be. HDP, wê bi gelek rêxistinên sivîl, sendîka, partiyên siyasî, rêxistinên girseyî yên demokratîk re hevdîtinan bike û bi mijara ‘Em tev bi hev re ji bo demokrasiyê tên gel hev’ civîneke vekirî li dar bixe û kursiyê demokrasiyê ava deyne.

1’ê Îlonê

HDP, wê di meha tebaxê de jî çalakî û hevdîtinên xwe bidomîne û hedef dike ku di 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de mitîngên girseyî li dar bixe. ENQERE

Dikarî Biecibînî