Piştî operasyona leşkeran dahl û rezê welatiyan şewitî

Li gundên Sîsê û Entaxê yên navçeya Licêyê piştî leşker derketin operasyonê, agir bi zeviyên kenevîran xist. Agir di demek nêzîk de bi dahl û rezê welatiyan ket û di şewatê de gelek dahl û rezên welatiyan bûn xwelî

Li gundên Sisê û Antaxê yên navçeya Liceyê ya Amedê duh leşker derketin operasyonê. Leşkerên ku derketin operasyonê zeviyên kenevîran şewitandin. Piştî leşkeran agir bi zeviyên kenevîran xistin agir li herêmê belav bû. Di şewatê de gelek dahl û rezên welatiyan bûn xwelî. Di şewatê de li gundikên Xenyat û Eloxişo yên Gundên Sîsê û Gundikê Goma Pirê yê girêdayî Entaxê, 3 prefabrîkên rezan û gelek dahl û rezên welatiyan tev şewitîn û bûn xwelî. Welatiyan û yekîneyên agirkujê yên navçeyên Pasûr, Lice û Karazê mudaxale kirin û şewat vemirandin. Di şewatê de gelek zevî, dahl û rezê welatiyan zerar dît. AMED

Dikarî Biecibînî