Li dijî HDP û DBP’ê operasyona qirkirina siyasî

Îro serê sibehê polîsan li Dîlokê bi ser malan de girt û hevserokê HDP û DBP’ê yên bajar jî di nav de 33 kesan binçav kirin

Li Dîlokê îro serê sibehê polîsan bi ser malên HDP û DBP’iyan de girt. Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Dîlokê ve hatibû destpêkirin de polîsan hevserokê HDP’ê yê bajar Mûsa Aydin û Hevserokê DBP’ê yê bajar Mehmet Vûral jî di nav de bi giştî 33 kesan binçav kirin.  Hat hînbûn ku di nav kesên hatine binçavkirin de hevserokên HDP’ê yên navçeya Şahînbey û Şahîtkamîlê, 2 keya û parêzerek jî hene. Di kêliya serdegirtinê de polîsan deriyên hin malan şikandin û wisa ketin hundir. DÎLOK

Dikarî Biecibînî