Li Başûr bi ruhê 14’ê Tîrmehê berxwedaneke dîrokî tê meşandin

Di nav şert û mercên herî zehmet de gavavêtina 14’ê Tîrmehê ya 1982’yan a li hemberî rêveberiya rejîma leşkerî ya faşîst a tirk qonaxa herî bilind a berxwedanê bû. Di roja me de jî li hemberî êrîşên hovane yên dewleta tirk a dagirker li hemû Kurdistanê taybet jî li başûrê Kurdistanê bi ruhê berxwedana 14’ê Tîrmehê berxwedaneke dîrokî tê meşandin

Li Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê bi armanca çewisandin û tunekirina tevgerên şoreşger 12’yê Îlona 1980’î bi serkêşiya generalê faşîst ê tirk Kenan Evren darbeyeke leşkerî pêk hat. Bi pêla zext û girtinê ya bi darbeyê re pêş ket re, şoreşger, azadîxwaz, demokrasîxwaz ku piraniya wan kurd bûn, xistin zindanan. Ev pêla zext û girtinê bi taybet li hember alîgir, kadro û pêşengên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bi dijwarî hat meşandin.

Rejîma faşîst wer difikirî ku bi bêdengkirina kolan û qadan, bi qetilkirin û girtina kadro û pêşengên şoreşger bi ser ketiye. Rejîma faşîst ji bo girtiyan jî bêîrade bike, wan teslîm bigire di zindanan de jî dest bi îşkence û zexteke hovane kir.

Yek ji wan deverên ku ev îşkence û zilm di asta herî jor de dihat meşandin jî Zindana Amedê bû ya gelek kadro û pêşengên PKK’ê têde bûn. Li hember vê zilmê PKK’yiyan berxwedan tercîh kirin. Adara 1981’ê gelek kadro û pêşengên PKK’ê li Zindana Amedê dest bi greva birçîbûnê kirin. Di roja 43 ya grevê de rayedarên leşkerî yê Zindana Amedê bi nûnerên greva birçîbûnê (Kemal Pîr) re hevdîtinê dikin, soz didin ku tiştên daxwaz kirine dê qebûl bikin. Lê ser vê yekê çalakiya greva birçîbûnê bi dawî dibe.

Lê belê hêzên rejîma faşîst careke din dest bi êrîşan dikin, zilm û zorê pêş dixin. Li ser vê yekê yek ji kadroyên pêşeng ê PKK’ê Mazlum Dogan dibêje, “Çima ev girtîgeh û hucre weke goristanê bêdeng in? Çima kesek ji bo nehiştina vê tarîtiyê nabe ronahî? Ez dibim ronahiya yekem.”

Mazlum Dogan 21’ê Adara 1982’yan bi pêxistina 3 darikên kîbrîtê Newrozê pîroz dike û li hucreya têde dawî li jiyana xwe tîne.

Çalakiya Mazlum Dogan li Zindana Amedê rê li ber dengvedaneke mezin vedike. Bi armanca mezinkirina berxwedanê ya li hember zilmê, teslîmgirtin û îşkenceyê Ferhat Kûrtay, Necmî Oner, Mahmût Zengîn û Eşref Anyik (Çaran) şeva ku 17’ê Gulanê bi 18’ê Gulanê ve girê dide sala 1982’yan, destê didin destê hev agir berdidin bedena xwe û bi dirûşmên ‘Berxwedan jiyan e, teslîmiyet mirin e’ û ‘Agir venemirînin, vemirandina agir xiyanet e’ diçin şehadetê.

Li dû van rêzeçalakiyên giyanbazî yên kadro û pêşengên PKK’ê di 14’ê Tîrmeha 1982’yan de çalakiya Rojiya Mirinê ya Mezin dest pê dike. Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Mehmet Xeyrî Dûrmûş 14’ê Tîrmeha sala 1982’yan di roja dadgehkirina koma Rihayê ya PKK’ê de ala berxwedana Zindana Amedê ya Mazlum Dogan û Çaran wergirt û bi ‘Rojiya Mirinê ya Mezin’ bilind kir. Mehmet Xeyrî Dûrmûş ji dozger re wiha digot: “Ez ê îro li vê derê, li vê salonê der barê paşeroja me de daxuyaniyên girîng ragihînim. Beriya her tiştî dixwazim vê yekê destnîşan bikim; PKK tevgereke ku ji Kurdistanê berpirsyar e. Em endamên vê tevgerê, ji hemû pirsgirêkên PKK û Kurdistanê di asta destpêkê de berpirsyar in. Hûn ji ber vê berpirsyariyê me bi îdamê mehkeme dikin. Di rewşeke wiha de tevî hûn ji rêzê nêzîk dibin, her wiha astengiyên cidî li hemberî me hene ku li pêşiya bicihanîna wezîfeyên me dibin asteng. Em nikarin xwe û tevgera xwe biparêzin. Nîvê mafê gotinê yê ku hûn didin îtirafkaran hûn nadin me. Her wiha îşkenceyên hovane li me û hevalên me tên kirin. Hovîtiyeke mezin li girtîgehan heye. Bi dehan hevalên min hatin qetilkirin, bi sedan seqet man û hîn jî nediyar e ku çiqas bên qetilkirin. Ji van ez berpirsyar im. Hûn vê baş dibînin û şahidê wê ne. Ez naxwazim sekna we ya li salona dadgehê li dijî îşkenceyê binirxînim. J xwe hûn hevkarê îşkencekaran e. Her tişt aşkera ye înkarkirina vê yekê nepêkan e. Xwefedakirina Mazlum Dogan, xweşewitandina Çaran ev yek nîşan da: ‘Êdî bes e’. Belê ez jî dibêjim ‘êdî bes e’. Ji îro û pê ve dest bi rojiya mirinê dikim.”

Di nava girtiyan de yên li salonê li Xeyrî guhdarî dikin Kemal Pîr, Alî Çîçek û piştre sê girtiyên din jî tev li çalakiya rojiya mirinê bûn. Dadger dema liv û tevgera li nava girtiyan dibîne, ji ber giraniya Kemal Pîr jêre dibêje, ‘Kemal tu jî dest pê dike?’ Kemal Pîr jî dibêje, “Belê, bêguman ez jî. Beriya niha bi dehan caran min gotibû, ‘Ger yek careke din alê bilind bike ez ê bibim ê duyemîn’ û niha li vê derê, li vê salonê li pêşberî şahidiya we ez jî tev li rojiya mirinê dibim. Dixwazim vê yekê jî bêjim; em dereng man, diviyabû me zû dest pê kiriba. Lê belê tevî vê yekê di rojeke wiha dîrokî de destpêkirina vê çalakiyê gelekî bi wate ye.” Alî Çîçek jî dest bi axaftinê dike û dibêje, “Bi navê milîtanekî PKK’ê natirsim, xwe dûr nahêlim û dibêjim. Bi navê ciwanekî kurd, şoreşgerekî, milîtanekî PKK’ê soz didim ku heta nefesa xwe ya dawî ez ê hêjayî gelê Kurdistanê û partiya xwe bim. Bi vê soza xwe tev li rojiya mirinê ya hevalê Hayrî dibim.” Akîf Yilmaz ê ku di dema dadgehê de ne li salonê bû tevî hevalekî xwe li girtîgehê tev li karwanê rojiya mirinê bû. Esat Oktay Yildiran ku li zindana Amedê konseya leşkerî ya Kenan Evren temsîl dikir, heman du rojê piştî 14’ê Tîrmehê Akîf Yilmaz jî bir qawîşa 36’an ku Xeyrî, Kemal, Alî û çalakgerên din lê bûn. Li dû berxwedana rojiya mirinê berfireh bû. Ji pêşengên PKK’ê Mustafa Karasû, Muzaffer Ayata û şehîd Sakîne Cansiz jî cihê xwe di çalakiyê de digirin.

Kemal Pîr di roja 57’an a maratona jiyana nû de xatir xwest. Di roja 64’an de Xeyrî Dûrmûş mîna Kemal Pîr xatir xwest. Di roja 64’an de Akîf Yilmaz û di roja 65’an de jî Alî Çîçek tev li karwanê nemiran bûn.

Berxwedana zindanan ku bi Alî Erek dest pê kir, bi Mazlûm Dogan û Çaran dom kir û bi çalakiya ‘Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê’ gihîşt asta herî bilind, di afirandina ruhê berxwedanê yê PKK’ê de bû hîmê bingehîn. Di 15’ê Tebaxa sala 1984’an li Dihê û Şemzînanê veguherî guleya tolhildanê û bû rastiya serketinê ya têkoşîna azadiyê ya kurd a di roja me de jî li hemberî êrîşên hovane yên dewleta tirk a dagirker li giştî Kurdistanê û taybet jî li başûrê Kurdistanê bi ruhê berxwedana 14’ê Tîrmehê berxwedaneke dîrokî tê meşandin.

‘Bû pêngaveke mezin’

Yek ji şahidên wê demê û hevrêyê wan pêşengan Şukrî Serhed têkildarî berxwedana 14’ê Tîrmehê wiha got: “Di kesayeta Şehîd Akîf Yilmaz de hemû şehîdên 14’ê Tîrmehê bi bîr tînim. Li ber bîranîna wan bi rêz xwe ditewînim. Ligel heval Akîf û hevalên din me li dijî rejîma dagirker a tirk pêkve çalakî li dar dixistin. Me di nav gel de xebatên rêxistinkirinê dikirin. Me pêkve xaniyek girtibû û ji bo mesrefên xwe jî em dixebitîn. Gelek caran em birçî diman. Heval Akîf digot, bila em birçî bimînin, lê bila ji bo li hember dijmin guleyeke me ya zêde hebe. Li ser vê bingehê erk û berpirsiyartiyên xwe bi cih dianî.”

Şukrî Serhed têkildarî Berxwedana Mezin a 14’ê Tîrmehê  ev tişt anî ziman: “Ruhê berxwedana 14’ê Tîrmehê di dîroka gelê kurd û PKK’ê de bû pêngaveke mezin. Li ser esasê berxwedanê hêzên çekdarî li dijî dewleta tirk a dagirker hatin amadekirin. Niha jî bi heman ruhê 14’ê Tîrmehê li Kurdistanê û bi taybet jî li başûrê Kurdistanê, Xakurkê, Heftanîn, Rojava û bakurê Kurdistanê berxwedaneke bêhempa li hemberî faşîzm û dagirkeriyê tê meşandin. Rojekê li Zindana Amedê fermandarê faşîst ê tirk Esat Oktay ji Kemal Pîr re dibêje, ‘Ez êdî ne bi masiyên biçûk, bi masiyên mezin re mijûl dibim.’ Heval Kemal jî jêre dibêje, ‘Dasiyên masiyên mezin mezin in, di qirika mirovan de dimînin!’”

Berxwedan hê jî didome

Heta roja me ya îro jî dewleta tirk a dagirker bi hovîtî êrîşî kurdan û destketiyên wan dike. Li hemberî wê gerîlayên kurd bi ruhê 14’ê Tîrmehê li başûrê Kurdistanê berxwedaneke bêhempa dimeşînin. Li dijî dagirkirna başûrê Kurdistanê gerîlayên azadiyê yên HPG’ê bi taybet di van du salên dawî de li Herêmên Parastinê yên Medya bi qadên Xakurkê û Heftanînê hemû plan û armancên dewleta tirk pûç kirine. Çavkanî: Botan Germiyanî / Rojnews

Dikarî Biecibînî