NPG: Ruhê berxwedana 14’ê Tîrmehê dê bibe ruhê serketinê yê dema nû

Fermandariya Biryargeha NPG'ê berxwedêrên Rojiya Mirinê ya 14'ê Tîrmehê bi rêzdarî bi bîr anî û destnîşan kir ku wê bi ruhê berxwedanê yê 14'ê Tîrmehê têkoşîna serdema nû bilind bikin

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) bi wesîleya salvegera 38’an a berxwedana Rojiya Mirinê ya 14’ê Tîrmehê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Li dijî darbeya faşîst-leşkerî ya 12’yê Îlonê ku li Zindana Amedê di 14’ê Tîrmeha 1982’yan de Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin dest pê kir ku ketiye salvegera 38’an. Di salvegera 38’an de em berxwedana 14’ê Tîrmehê û ruhê serketinê silav dikin, di şexsê afirînerên berxwedana mezin hevrê Mehmet Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek de şehîdên xwe yên têkoşîna azadiyê bi rêzdarî û minet bi bîr tînin û soz didin ku di xeta berxwedanê ya 14’ê Tîrmehê de li ser şopa şehîdên xwe yên leheng em ê ber bi serketinê ve bimeşin. Berxwedana Zindana Amedê ku bi çalakiya lehengî ya hevrê Mazlûm Dogan çirûska wê ya destpêkê pê ket, ji bo Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê veguherî serdemeke dîrokî ya diyarker. Em gel û tevger, 38 sal in li ser vê biryara berxwedanê ya dîrokî dimeşin û têdikoşin. Gelê Kurdistanê têkoşîna xwe ya azadî û hebûnê li ser bingeha vê xetê mezin kiriye û destketiyên dîrokî afirandiye. Mîna duh îro jî berxwedan û ruhê 14’ê Tîrmehê rêya me ronî dike û li ser vê bingehê têkoşîna dîrokî ya li dijî faşîzmê tê meşandin.”

Têkoşîn ketiye qonaxa herî girîng

NPG’ê di daxuyaniyê de destnîşankir ku di salvegera 38’an a Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê de têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê ketiye qonaxa herî girîng a dîrokê û ev tişt anî ziman: “Hêzên faşîst-qirker li dijî Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ya bi pêşengiya Rêber Apo hemû derfetên xwe yên neteweyî û navneteweyî bi kar tînin, lê belê tevî vê yekê jî planên wan ên berfireh ên tasfiye û tunekirinê bêencam mane. Têkoşîna me bi berxwedaneke mezin bersivê dide êrîşên dijmin û roj bi roj bi pêş ve diçe, dibe hêza çareseriyê, ji bo gelên Kurdistanê û herêmê dibe aktorekî bingehîn ku soza paşerojê dide.

Hêzên hegemon-mêtinger ku li hemberî Tevgera Azadiyê dîn û har bûne, êrîşên berfireh li dijî tevgera me dikin û bi giranî jî li başûrê Kurdistanê li dijî gelê me û tevgera me êrîşên berfireh û bi rêk û pêk dikin. Dewleta TC a dagirker ku li ser vê bingehê li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û başûrê Kurdistanê dest bi êrîşên dagirkeriyê kiriye, konsepta tunekirinê li dijî destketiyên gelê kurd xistiye meriyetê. Bi hêza berxwedana zindana a mezin û bi ruhê berxwedanê yê 14’ê Tîrmehê gerîlayên Kurdistanê li dijî dagirkeriya desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê têdikoşin. Li dijî êrîşên topyekûn ên faşîzma AKP-MHP’ê, xeta serketinê ya Rêber Apo ya Zindana Amedê, îro li çiyayên Kurdistanê bûye xeta berxwedanê ya bingehîn. Xeta berxwedanê ya niha li Heftanînê tê meşandin berxwedan û ruhê serketinê yê hevrê Hayrî, Kemal, Akîf û Alî ne. Tevgera me, gelê me û gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê 38 sal in bi ruhê berxwedana fedayî ya 14’ê Tîrmehê li dijî her şêwe êrîşên faşîst-qirker têkoşiyan û bi ser ketin. Xeta lehengiyê ku li dijî faşîzmê li Kurdistanê hate afirandin îro li Rojhilata Navîn û tevahiya dinyayê belav bûye.

Berxwedana mezin bi lehengiya şehîdên me hate meşandin

Ev berxwedana mezin a dîrokî bi ked û lehengiya bi sedan şehîdên me hatiye meşandin. Xeta berxwedana şoreşgerî ku ji aliyê endamê Komîteya Navendî ya partiya me PKK’ê pêşengê şoreşger ê hêja hevrê Kasim Engîn ku 27’ê Gulanê di êrîşa hewayî ya hêzên faşîst-dagirker de şehîd bû, fermandarên me yên nemir hevrê Delal, Zekî, Atakan, Armanc, Dogan, Çetîn, Rûbar, Helmet, Çîçek û Zîn ve hate afirandin, xeta serketinê û ruhê berxwedanê yê 14’ê Tîrmehê ji kûrahî ve bi me dane fêhmkirin.

Hevrê Kasim Engîn ku weke şopdarekî kevneşopiya 14’ê Tîrmehê xwe fedayî gelê xwe kir, bi fedakarî, kedkarî, dilnizmî û hevrêtiya xwe bû yek ji sembolên têkoşîna me ya azadiyê, mîna şehîdên pêşeng şoreşger ên din hemûyan, wê rêya me ya têkoşînê ronî bike, weke fermandarê şoreşger û hevrêyê mînak çavkaniya bingehîn a meşa me ya serketinê be. Em careke din soz didin ku li ser şopa van hevrêyên xwe yên hêja, em ê têkoşîna pîroz a paşeroja ronî, demokrasî, wekhevî, azadiyê ya gelên herêmê û gelê Kurdistanê bi ser bixînin û xwedî li van lehengan derkevin.

Li ser vê bingehê di şexsê berxwedêrên 14’ê Tîrmehê de em nûnerên xeta berxwedanê ya mezin şehîdên leheng bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin, bi ruhê berxwedanê yê 14’ê Tîrmehê ku îradeya rûmet û serketinê ye em ê têkoşîna sedema nû bilind bikin, ala serketinê ya şehîdan berz bikin û bi vê biryardariyê em gelê xwe yê welaptarêz silav dikin. Di vê dema herî girîng a dîrokê de em bang li ciwanên Kurdistanê dikin ku hîn bêhtir berpirsyariyê hildin ser milê xwe û bi rengekî çalak tev li nava refên têkoşînê bibin.” BEHDÎNAN

Dikarî Biecibînî