Polîsan li Dêrsimê mudaxeleyî meşê kir

Rêxistinên ciwanan li Dêrsimê xwest li dijî destdirêjî, tecawiz û îstîsmarên ku di demên dawî de zêde bûne bimeşin, lê polîsan mudaxeleyî meşê kir û 3 kesan binçav kirin

Rêxistinên Ciwanan ên Dêrsimê li Kuçeya Hunerê li dijî destdirêjî, tecawiz û îstîsmarên ku di demên dawî de zêde bûne daxuyanî da çapemeniyê. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl jî beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de dirûşm hatin berzkirin û dovîz hatin hildan.

Li ser navê ciwanan Evîn Demîr daxuyanî da û got ku ew ê hesabê destdirêjî, tecawiz û îstîsmarên tên kirin bipirsin û ew ê têkoşîna xwe li dijî zîhniyeta tecawizkar bidomînin.

Piştî meşê ciwanan xwest meşê li dar bixin. Lê belê polîsan mudaxileyî ciwanan kir û li ciwanan xistin. Gelek kes ji ber gaza îsotê bi ser hişê xwe ve çûn. Polîsan di mudaxileyê de Mehmet Saglam, Yûsûf Akin û Omer Farûk Karahan binçav kirin. DÊRSIM

Dikarî Biecibînî