Li Milazgîrtê 2 xwişkên biçûk winda ne

Li gundê Dêrikê yê Navçeya Milazgîrtê 2 xwişkên biçûk winda bûn. Malbatê ji bo dîtina herdu xwişkan dest bi lêgerînê kirin

Li gundê Dêrikê yê navçeya Milazgîrtê ya Mûşê xwişkên 5 salî D.A û ya 3 salî D.A winda bûn. Duh piştî saet di 19.00’an de xwişk winda bûn malbat û gundî ji bo dîtina zarokan ketin nava lêgerînê. Malbata ku li nava gund li zarokên xwe geriyan, piştî li gund nedîtin serî li fermandariya cendirmeyan û yekineyên AFAD’ê dan.

Piştî malbatê serlêdan kirin, yekîneyên cendirmeyan û AFAD li herêmê dest bi lêgerînê kirin. MÛŞ

Dikarî Biecibînî