Hewldana fîhilkirina bûyerên îşkenceyê

Waliyên li bajarên kurdan li şûna ronîkirin û hesapirsîna bûyerên îşkenceyê û muameleya xerab ku di demên dawîn de zêde bûne, ketine pêşbirka fîhilkirina wan. Endamê Komîsyona Têkoşîna Dijî Îşkence û Muameleya Xerab a ÎHD’ê Yakûp Guven diyar kir ku bi wêneyên îşkenceyê yên tên serwîskirin tê xwestin ku civak bê tirsandin û walî îşkencekaran diparêzin

Di demên dawîn ji ber pêkanîna bûyerên îşkence û muameleya xerab ên bi destê polîsên dewleta tirk rojevek çêbûye. Lê piştî ragihandinên kesên ku îşkence û muameleya xerab li wan hatiyhe kirin, ji aliyê rayedaran ve bûyerên îşkence û muameleya xerab nayên lêpirsînkirin û daxuyaniyên fîhilkirina faîlan tên dayîn. Ev nêzikbûn nîşan dide ku sûcên faîlên wan hêzên dewletê ne, ji aliyê emniyet û darazê ve tên veşartin.

Raporên ku ji aliyê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ve hatine amadekirin jî nîşan didin ku îşkence û muameleya xerab bi giranî li bajarên kurdan pêk tên. Li gorî daneyên ÎHD’ê, li bajarên kurda di navbera salên 2010-2019’an de 3 hezar û 569 serlêdanên îşkenceyê lê hatine kirin. Li gorî daneyan, hêzên dewletê yên herî zêde tundiya fizîkî dikin bi rêzê bi daneyên xwe ve wiha ne; gardiyan (ji sedî 45), polîs (ji sedî 39), cendirme (ji sedî 10) û cerdevan (ji sedî yek).

Îşkenkaran diparêzin

Dîsa li gorî daneyên komeleyê îşkence û muameleya xerab ji bilî navendên binçavkirinê, li derve jî tê kirin û her ku diçe belav dibe. Weke rêbazeke nû jî ‘îşkenceya bi kûçikan’ tê pêşxistin. Îşkenceya bi kûçikan bi du bûyerên Amedê ket rojevê. Lê di her du bûyeran de jî walîtiyê mexdûrên îşkenceyê sûcdar kir û îşkencekaran parast.

Walî hêzên dewletê diparêzin

Endamê Komîsyona Têkoşîna Dijî Îşkence û Muameleya Xerab a ÎHD’ê Yakûp Guven, derbarê zêdebûna van bûyerên îşkence û muameleya xerab û daxuyaniyên fermî ku derbarê wan de tên dayîn axivî. Guven, diyar kir ku bêyî ku bi awayekî baş bên lêpirsînkirin ser bûyerê îşkenceyê tê girtin û wiha got: “Beriya ku gilî bigihîje edliyeyê walîtî, bi daxuyaniyên cûda hêzên dewletê diparêzin. Ev daxuyanî jî nîşan didin ku dê derbarê bûyerê de ceza li hêzên dewletê neyê birîn, şopandin neyê kirin.”

Ji ber gumanan serlêdan nakin

Guven da zanîn ku divê derbarê bûyerên îşkence û muameleya xerab de pêvajoya qanûnî bê destpêkirin û ev tişt anî ziman: “Lê em di bûyerên şênber de dibînin ku saziyên micin ên mîna walîtiyê li şûna welatî hêzên dewletê diparêzin. Nêzîkbûneke ku bi daxuyaniyan welatiyan bawer nabin didine der. Ji ber ku kesên îşkence li wan tên kirin naxwazin pirsgirêk bikeve navbera wan û dewletê bi awayekî têrker mafên xwe bi kar naynin. Ji ber vê yekê jî daneyên me di bin daneyên rasteqîn de ne. Lewre gelek kes li gel ku mafdar in jî ji ber gumanên ku dikin serî li komeleya me nadin.”

“Gef li civakê tê xwarin’

Derbarê parvekirinên wêneyên îşkenceyê yên li ser medya civakî jî Guven ev nirxandin kir: “Di demên dawîn de em bûn şahid, bê tirs wêneyên îşkenceyê tên parvekirin. Van hêzên dewletê ku van wêneyan parve dikin, difikirin ku dê ceza li wan neyê birîn. Ya rast bi van wêneyan gef li civakê tê xwarin. Dibêjin ku hêza wan a îşkenceyê heye. Lê mirovan sûc jî kiribe mafê wan ê ku divê neyên îşkencekirin heye. Di heman demê de rayeya îşkenceyê ya hêzên dewletê jî tune ye.” AMED

Dikarî Biecibînî