Serokê Diyanetê Erbaş bi şûr nimêja xutbê kir

Hikûmeta AKP'ê 86 sal piştî Muzeya Ayasofyayê kirin mizgeft, nimêja înê (Xutbe) lê kirin. Serokê Karên Diyanetê Alî Erbaş, bi şûrê ‘fetihê’ nimêj kir

Bi biryara şêwira dewletê di 10’ê tîrmehê de Muzeya Ayasofya kirin mizgeft. Ayasofya ku ji muzeyê kirin mizgeft îro di 24’ê tîrmehê 97’emîn salvegera Lozanêde de ji nimêjê re hat vekirin û nimêja înê lê kirin. Serokê Karê Diyatenê Alî Erbaş ji bo Ayasofya, ji siyasetmedar, parlamenter, burokrat, dewletên biyanî û oldaran re nêzî 500 kesan re dawetiye şandibû.  Serokê AKP’ê Tayyîp Erdogan û hin nûnerên partiyên siyasî tev li nimêjê bûn. Serokê Karên Diyanetê Ali Erbaş ku xutbe xwend, bi şûrê ‘fetihê’ nimêj kir. STENBOL

Dikarî Biecibînî