Aqûbeta 3 hezar û 852 welatiyên êzidî nediyar e!

Li gorî daneyên TAJÊ’ê heta niha aqûbeta jin û zarok jî di nav de 3 hezar û 852 welatiyên êzidî nediyar in

Navenda Nûçeyan |

Çeteyên DAIŞ’ê piştî êrîşî Mûsilê kir û şûnde metirsiyek mezin li ser Şengalê çêbû. Hêzên PDK’ê yên wê demê li herêmê bûn ku ji parastina êzidiyan berpirs bûn, bi gotina; ‘Metirsî tune em ê we biparêzin’ di 3’yê Tebaxa 2014’an de dema ku DAIŞ’ê êriş kir, ji Şengalê vekişiyan.

Bi êrîşê re bi hezaran jin û zarok jî di nav de êzidiyên ketin nava lepên DAIŞ’ê hatin kuştin. Jin û zarok jî di nav de zêdetirî 5 hezar kes hatin revandin. Ên mayîn jî bi saya gerîlayên PKK’ê û şervanên YPG/YPJ’ê ji mirinê hatin rizgarkirin.

Komkujiyeke mezin li ber çavê dinê hemû li ser civakeke resen a kurd a herêma Şengalê pêk hat. Têkildarî vê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ji ajansa ANF’ê re amarên li ser komkujiyê ku di destê wan de hene parve kir.

370 hezar êzidî koçber bûn

Li gorî vê;

Berî fermana 73’yan a 3’yê Tebaxa 2014’an li herêma Şengalê 550 hezar welatiyên êzidî li Iraqê dijiyan. Piştî Fermana 73’yan a Şengalê 370 hezar êzidî koçber bûn.

Di roja yekem a êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li ser Şengalê de hezar û 293 kes hatin qetilkirin.

1759 zarok bê bav man. 407 zarok bê dayik man. 220 zarok bê dayik-bav man.

Bi giştî hejmara zarokên bê dayik-bav mane 2 hezar û 745’ in.

Li 80’ê gorên komî hatin veşartin

DAIŞ’ê êzidiyên ku qetil kirin, li 80 gorên komî ku piraniya wan dikevin deştên Şengal û bajarokên derdorî wê veşartine.

68 navend û merqebên pîroz ên êzidiyan hatin teqandin û hilweşandin.

Piştî fermanê 120 hezar êzidî koçberî deverên cuda yên Iraq û başûrê Kurdistan û Ewropayê bûn.

Hejmara êzidiyên ku heta niha di destê DAIŞ’ê de mane û nehatine dîtin û li bazaran hatine firotin wiha ne:

Jin: 1199

Mêr: 339

Zarokên Keç: 1041

Zarokên Kur: 1079

Li gorî daneyên TAJÊ’ê heta niha aqûbeta jin û zarok jî di nav de 3 hezar 852 welatiyên êzidî nediyar in.

Dikarî Biecibînî