Rojnameger Gulistan Aksoy jiyana xwe ji dest da

Malbata rojnameger Gulistan Aksoy, cenazeyê keça xwe ya li Almanyayê tedawî dibû û jiyana xwe ji dest da, li Mêrdînê defin kirin

Rojnameger Gulistan Aksoy a li Girê Spî yê Rojava di sala 2015’an de maşîna DAIŞ’ê pêde teqiya û birîndar bû, demek dirêj e li Almanyayê tedawî dît. Gulistan Aksoy çend roj berê li Almanyayê jiyana xwe ji dest da. Malbata Aksoy cenazeyê keça xwe wergirt û li Mêrdînê defin kirin. Malbatê piştî vecîbeyên olî, cenazeyê Aksoy li gundê Baqistanê yê girêdahiya navçeya Stewrê ya Mêrdînê bi tevlibûna malbat û hevalên wê hat definkirin. MÊRDÎN

Dikarî Biecibînî