‘Li Îmraliyê sûcekî navneteweyî tê meşandin’

Berdevka HDP'ê Ebru Gunay bal kişand tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û diyar kir ku li Îmraliyê sûcekî navnetewî tê meşandin

Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebru Gunay derbarê geşedanên rojevê de li navenda partiya xwe civîna çapemeniyê lidar xist.

Gunay sereke derbarê teqîna li Beyrûdê ya di 4’ê tebaxê de pêk hat de axivî û wiha got: “4’ê tebaxê li Beyrûdê teqînek qewimî û gelek derên bajêr hilweşiya. Bi sedan kesan jiyana xwe ji dest dan û bi hezaran kes jî birîndar bûn, bêmal man. Em ji ber vê felakete gelek xemgîn in. Rehma Xwedê li miriyan be, em sersaxiyê ji malbatên wan re dixwazin û şîfaya xêrê li birîndaran be. Beyrûd gelek çandan û baweriyan di hundirê xwe de dihewîne. Bi deh salan e Beyrûdê, têkoşîn û berxwedanê kiriye parçeyekî jiyana xwe. Gelên Beyrûdê wê van rojên xedar jî derbas bikin. Hêvî ye Beyrûd dîsa were ser hemdê xwe. Em jî wek HDP û gelên Tirkiyeyê bi hemû derfetên xwe bi gelên Beyrûdê re ne. Ji bo ku ev êş û hilweşîn cardin neyê serê tu gelî, divê her dewlet dev ji siyaseta şer berde û muhîmatên şer kom neke. Teqîna li Beyrûdê ev yek dîsa anî ber me ku ji xeynî siyaseta aştiyane tu rê ji bo jiyaneke xweş nîne.”

Pergala Îmraliyê pergala tecrîdê ye

Gunay balkişand tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha berdewam kir: “Kedkarên hêja, sedema mezin a polîtîkayên şer, bêçareserî û helwestên antîdemokatîk siyaseta tecrîdê ye. CPT 5’ê Tebaxê rapora xwe ya derheqê Tirkiyeyê de weşand û rapor piranî li ser girtîgeha Îmraliyê bû ku Birêz Ocelan tê de ye. Rapor bi awayekî aşkera nîşan dike ku pergala Îmraliyê pergaleke tecrîdê ye û dîsa nîşan dike ku ev yek tu car nayê qebûlkirin. Li gor vê raporê girtiyên li Îmraliyê di 168 (sed û şêst û heşt) saetên hefteyê de 159 (sed û pêncî û neh) saet di bin tecrîda mutleq de tên girtin. Dîsa li gor raporê ji ziyareta 2016’an heta ziyareta din a 2019’an, di pergala Îmraliyê de tu veguhertin nehatiye kirin û daxwaz kirine ku pergala girtîgehê ji nû ve bê nirxandin û ber çavan re bê derbaskirin.”

Li Îmraliyê sûcê navneteweyî

Di axaftina xwe de Gunay diyar kir ku li Îmraliyê sûcekî navnetewî tê meşandin û axaftina xwe wiha domand: “Divê em bi awayekî hişk cardin nîşan bikin ku li Îmraliyê sûcekî navnetewî tê kirin û hemû saziyên navnetewî bêdeng in. CPT jî peywirên xwe baş nayne cî û li ser tecrîd û îşkenceya li Îmraliyê, berpirsiyariyên xwe ji bîr dike. Encam û raporên ziyaretên xwe jî bi derengî û ew jî ji ber israra raya giştî parve dike. Ev yek bi tena serê xwe diyar dike ku li Îmraliyê pergaleke navnetewî, tecrîdeke navnetewî tê kirin. Ji salek zêdetir e hevdîtinên parêzeran û malbatê tê astengkirin. Rewşa  pandemiyê her diçe xerabtir dibe û tu kes nizane bê ka li giravê çi diqewime. Wek mînak, CPT îsal çûye Îmraliyê? Herî dawî kengî çû? Xala herî muhîm, CPT wê pêdiviyên vê rapora xwe bişopîne ya na? Erê di raporê de dibêje divê pergala Îmraliyê ji nû ve bê nirxandin û ber çavan re bê derbaskirin. Lê pêşniyarên wê çi ne? Divê ev tişt hemû li gor berpirsiyariyan bên ronîkirin û gel bê agahdarkirin. Ev yek zelal e ku tecrîda li ser Îmraliyê rejîmeke serbixwe ye û îşkenceyeke pergalî û domdar e. Mirovek ji hemû mafên xwe yên hiqûqî tê bêparkirin. Bi dîlgirtina birêz Ocelan, dixwazin herêmê ji nû ve li gor xwe dîzayn bikin.”

Ocalan hewla aştiyê dide

Gunay dest nîşan kir ku pergalê tecrîdê ya li Îmraliyê tevahiya Tirkiye belav bûye û ev tişt anî ziman: “Wan Tirkiyeyê kir Îmrali. Îro mafê her kesî di bin xeterê de ye. Siyaseta şer an jî aştiyê li gor helwesta îktîdarê ya li Îmraliyê derdikeve holê. Wexta ku berê xwe dan aştiyê çûn li Îmraliyê maseya aştiyê danîn û ew mase ji aliyê îktîdarê ve dîsa li Îmraliyê hat hilweşandin. Û ji wê rojê ve ye Tirkiyeyê bêhnek fireh nestindiye. Dibêjin ji ber pêvajoyê şer û terorîzmê tecrîd heye. Em dipirsin, di kîjan hevdîtinê de Birêz Ocalan banga şer kiriye? Yek hevdîtinek wî heye ku ji bo aştiyê hewl nedabe? Erdogan jî hemû berpirsên dewletê jî her gotinên wan hevdîtinan xwendin. Di kîjanê de banga şer û pevçûnê hebû? Esas ev polîtîkayên tecrîdê, bêhiqûqiyê, rêbazên tundiyê, şer û pevçûnê çêdikin. Îktîdar bi van polîtîkayên 5 salên dawiyê çi bidest xist? Heçku birêz Ocalan di hevdîtina xwe ya dawiyê de jî got, ‘fersendekê vekin ez di nav hefteyekê de vê pirsgirêkê çareser bikim.’ Birêz Ocalan di hevdîtina herî kin de jî hewla aştiyê dide. Erê weke demekê Beşîr Atalay û berpirsên dewletê jî diyar kiribûn ‘bê hesabê we ya neyê, Ocalan Rêberê Gelê Kurd e.’ Bi milyonan kes wî wek rêberê xwe dibînin. Pêdiviya me ne bi şer û pevçûnê, bi aştiyê heye. Pêdiviya me bi ferasete xurt heye û ew jî birêz Ocalan e. Rêya diyalogê ji bo her kesî sûdewer e.”

Peymana Stenbolê

Di berdewamê de Gunay bal kişand ser nîqaşên Peymana Stenbolê û wiha pêde çû: “Kedkarên hêja, nîqaşên li ser Peymana Stenbolê û pê re jî êrîşên li ser destkeftiyên jinan hê jî didomin. Ev kesên ku kampanyayên vekişîna Peymana Stenbolê dimeşînin, alîgirên qetlîamên jinan in, heman zihniyetê diparêzin. Pêşî jin û her kesê ku azadî û pevrebûnê diparêzin divê li hember vê pêla êrîşê bêdeng nemînin. Jin wek her carê li hember vê êrîşê jî têdikoşin û li ber xwe didin. Bila bê zanîn ku Peymana Stenbolê ji bo me jinan destkeftiya têkoşîna sedsalan e û tu kes nikare wê ji dest me bistîne. Em xwedî li mafê xwe yê jiyanê û li keda xwe derdikevin. Em xwe diparêzin.”

Nakokiyên şewba koronayê

Her wiha Gunay li ser şewba koronayê axivî û bi van gotinan AKP’ê rexne kir: “Îktîdar ev pênc mehên dawiyê îspat kir ku ji bo wî tendurîstiya mirovan ne muhîm e, ji bo wan pere muhîm e. Lê belê ne karî pandemî kontrol bikira ne jî ekonomî. Ev bêkêrtî ne bes, li gor daneyên ku walîtiyan van demên dawiyê weşandin, li holê sextekariyek jî heye. Em çend mînakan bidin; Waliyê Meletiyê dibêje jimarên nexweşên me ji sedî derbas kirine. Wezîrê Tenduristiyê dibêje Meletî jî tê de di heşt bajaran de 45 waka hene. Waliyê Rîzeyê dibêje me 40 vaka çêbûne, lê Wezîrê Tenduristiyê ji bo wê rojê dibêje Rîze jî tê de di şeş bajaran de 25 waka hene. Waliyê Erziromê aşkera dike ku li Erziromê jimara vakayan bûye 2 hezar û 211. Lê Wezîrê Tendurustiyê ji bo heman rojê dibêje Erzirom jî tê de di 6 bajaran de jimara vakayan 2 hezar û 946 e. Nakokî pir zêde ye. Tê fahmkirin ku Wezîrê Tenduristiyê qet ne durist e. Pirs gelek in lê em hew yekê bipirsin. Jimarên ku Wezareta Karê Hundirîn û Wezareta Tenduristiyê diweşîne çima ji hev cuda ne? Ev çi nakokî ye? Hêla din vê meseleyê jî, li bajarên kurdan diqewime. Li bajarên kurdan kontrol tuneye, her kes bi şensê xwe! Ne jimara vakayan tê tespîtkirin û ne jî tedawî heye. Wezîrên ku ketine pey derdê berjewendiyên xwe, bi awayekî zanebûn kurd terkî mirinê kirine. Ne ji hewla TTB’ê be, haya tu kesî wê ji rewşa bajarên kurdan çênebe. Rewş ji ya tê gotin xedartir e hevalino. Lewma divê gel pişta xwe nede tevdirên xeyalî yên îktîdarê. Divê gel tevdîrên xwe bi xwe bistîne û ji piştevaniyê dûr nekeve. Xebatên me jî li ser vê xalê dê bidomin.” ENQERE

Dikarî Biecibînî