Li Colemêrgê û Edeneyê herî kêm 12 kes hatin binçavkirin

Polîsên tirk li Colemêrg û Edeneyê bi hincetên siyasî avêtin ser gelek malan û herî kêm 12 kes binçav kirin

Navenda Nûçeyan |

Li navenda bajarê Colemêrgê û navçeyên Şemzînan, Çelê û Geverê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bû hedef. Di çarçoveya lêpirsîna dijî KCD’ê de avêtin ser gelek malan.

Navê hinek kesên ku hatine binçavkirin wiha ne: Rêvebera ÎHD’ê ya Şemzînanê Pinar Yilmaz, Şukru Çalli, Nîhat Tûrgût, Ramazan Erîk, Mehmet Emîn Seven, Hîvîdar Ertûnç, Omer Farûk Tekîn û Felem Aker.

Li Edeneyê jî di çarçoveya lêpirsîna bi serkêşiya Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê de jendermeyan avêtin ser gelek malan û 4 kes binçav kirin.

Dikarî Biecibînî