Ji ber ku bi kurdî strîne ceza dane girtiyan

Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê ya Amedê di rapora xwe ya derbarê Girtîgeha Jinan a Amedê de Wezareta Dadê û Komîsyona Lêkolînê ya Mafê Mirovan a Meclisê vexwandin ku peywîra xwe pêk bînin. Komîsyonê got ku ji ber girtî stranên kurdî gotine cezayê hişyarê dane wan

Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê rapora ku derbarê Girtîgeha Jinan a Amedê de amade kirin li avahiya xwe bi civîna çapemeniyê aşkera kir. Endamên komîsyonê beşdarî civînê bûn. Di civîna çapemeniyê de Endama Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê ya Amedê parêzer Gurbet Yavûz axivî.

Yavûz diyar kir ku rapor li gor nameyên ku girtiyan ji wan re şandine û seredana heyeta wan a Girtîgeha Jinan a Amedê amadekirine û tespîtên ku li girtîgehê kirine wiha ne: “Li girtîgeha jinan hebûna dîmenkêşan a di qawiş û cihên taybet de îhlala mafê jiyana taybet û mahremiyetê ye. Derbarê vê de bi rayedaran re jî hevdîtin hatibûn kirin lê tu encam jê derneket. Ferzkirina lêgerîna tazî ya li ser girtiyan muameleyeke rûmeta mirovan û şikandinê ye. Girtiyan anîn ziman ku rastî pêkanîna ‘cot kelepçekirinê’ tên, ji ber vê yekê dema dibin nexweşxaneyê mesafeya civakî tê îhlalkirin. Ev yek jî îhlala qedexeya mûameleya nebaş e. Girtiyan diyar kirin ku ji ber pêvajoya pandemiyê aktîvîteyên wan hatine sînordarkirin. Dema xwestin li odeyên xwe stranên kurdî bêjin jî ji aliyê karmendan ve tên hişyarkirin. Ji ber ku stranên kurdî guhdar kirine, sepanên derbarê wan de hatine kirin îhlala mafên wan ên çandî û civakî ye.”

‘Divê hikûmet mekanîzmayên kontrole yên serbixwe ava bike’

Yavûz ji bo îhlalên Girtîgeha Jinan a Amedê ji holê werin rakirin pêşniyarên komîsyonê wiha rêz kirin:

  • Divê mevzuata rejîma înfazê ya Tirkiyeyê û polîtîkayên wê li gor hiqûqa mafên mirovan a navnetewî û mafên girtiyan were kirin.
  • Divê derhal dest ji pêkanînên muameleya nebaş û îşkenceya ku li girtiyan dikin berdin û li gor hiqûqa navnetewî û weke mirovan nêzîkî girtiyan bibin.
  • Divê mafê mahremiyêtê yê girtiyan were parastin. Divê dîmenkêşên ku li qadên taybet ên weke serşok, daşir û kogûşên girtiyan demildest werin rakirin.
  • Divê lêgerînên ku di deriyê girtigehan de tên kirin rûmeta mirovan neşikênin û li gor mevzûata netewî û navnetewî li gor rûmeta mirovan nêzîkî girtiyan bibin. Divê derbarê personelên ku van pêkanînan pêk tînin de dozgeriya girtîgehê kirarên qanûnî pêk bîne.
  • Divê ji bo girtiyên ku nexweşiya wan hene tedbîr werin girtin û şertên tedawîbûnê pêk bînin. Divê mûameleyên nebaş ên weke cot kelepçekirinê ku rewşa tenduristiya girtiyan bi awayekî nebaş bandor dike birevin.
  • Ji bo girtî aktîveteyên çandî û civakî pêk bînin divê şert û merc werin bidestxistin. Aktîvîteyên weke stran gotinên kurdî nikarin sûc bihesibînin. Divê aktîvîteyên girtiyan bi girtek û cezayên dîsîplînê neyên astengkirin.
  • Şaxa me tespit kir ku derbarê pêkanîn, şertên fîzîkî û rejîma girtîgehê de bi awayekî bi bandor îdarî û darazî kontrol werin kirin. Li gor Protokola Peymana Pêşîligirtina Ceza û Muameleya Derveyî Mirovahiyê û Îşkenceyê em hikûmetê vedixwînin ku ji bo mekanîzmayên kontrolê yên netewî yên ‘serbixwe’ ava bikin demildest xebatan bidin destpêkirin. Ji bilî vê em li dijî pêkanînê Girtîgeha Jinan a Amedê Wezareta Dadê û Komîsyona Lêkolînê ya Mafê Mirovan a Meclisê vedixwînin ku peywîra xwe pêk bînin.” AMED
Dikarî Biecibînî