aram

Xwediyên xelatên pêşbirka Mûsa Anter diyar bûn

Xelatên 27’emîn a Mûsa Anter û Rojnamegeriya Şehîdên Çapemeniya Azad diyar bûn. Di beşa nûçeyên kurdî, tirkî, jin, wêne û karîkatûrê de xelat hatin dayîn

Xelatên 27’emîn a Mûsa Anter û Rojnamegeriya Şehîdên Çapemeniya Azad ji aliyê rojnameya Yenî Yaşamê ve tê lidarxistin diyar bûn. Xelatên di beşên wek ‘Nûçeyên kurdî’, ‘Nûçeyên tirkî’, ‘Wêne’, ‘Karîkatûr’ û ji bo bîranîna Gurbetellî Ersoz ‘Nûçegihaniya Jin’ di van 5 beşan de xwediyê xwe dîtin.

Di beşa ’Nûçeya tirkî’ de nûçegihanê Ajansê Mezopotamyayê Erdogan Alayûmat bi nûçeya xwe ya ‘261 cenaze li peyarêyê hatin veşartin’ bi ser ket û hêjayî xelatê hat dîtin. Alayûmat derxistibû holê ku cenazeyên ji Goristana Xerzana Bedlîsê hatibûn derxistin û li peyarêya Goristana Kîlyosa Stenbolê hatibûn veşartin.

Xelata Jûriya Taybet

Di beşa ‘Xelata Jûriya Tyabet a Nûçeya Tirkî’ de jî nûçeya ‘Bi şîfreya rêwî penaberan veguhezandin mirinê’ ya rojnamevan Ercument Akdenîz hêjayî xelatê hat dîtin. Akdenîz derbarê hûrguliyên keştiya penaberan ku li Gola Wanê noqî avê bûbûn çêkiribû.

Xelatên beşa kurdî

Di beşa ‘Nûçeya kurdî’ de jî du nûçe hêjayî xelatê hatin dîtin. Nûçeya Ajansa Mezopotamyayê ya ‘Cenaze piştî 3 salan bi rêya PTT’ê ji malbatê re şandin’ a nûçegihan Fahrettîn Kiliç û Ayşe Surme û her wiha nûçeya ‘Me xwe gihaşt nameya Î.E. ya ku çawişê pispor tecawizî wê kir’ a nûçegihana JINNEWS’ê Medya Uren hêjayî xelatê hat dîtin.

Xelata nûçegihaniya jin

Di beşa ‘Nûçegihana Jin a Gurbetellî Ersoz’ de jî ji Rojnameya Karinca Sîbel Yukler bi nûçeya xwe ya ‘Polîsan adeta Emîne Bûlût sûcdar kiriye’ hêjayî xelatê hat dîtin. Yukler bi nûçeya xwe bal kişandibû ser tundî, kuştin, destdirêjî, gef û binpêkirinên mafan ên jinan.

Xelata Jûriya Taybet a Nûçegihaniya Jin

Di beşa ‘Xelata Jûriya Taybet a Nûçegihaniya Jin’ de jî nûçeya “Dayika ku bû şahidê mirina keça xwe ya bi destdirêjiyê rûbirû hatiye hiştin” a nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê Arjîn Dîlek Oncel hêjayî xelatê hat dîtin.

Xelata wêneyan

Di beşa ‘Wêne’ de jî du wêne hêjayî xelatê hatin dîtin. Wêneyê ‘Dorpêç’ ê rojnameger Zeynep Kuray ku parlementerên HDP’ê di dorpêça polîsan de bûn yekemîn hat dîtin û hêjayî xelata hat dîtin. Di wêne de sepanên antî-demokratîk dide nîşandan û zextên li ser HDP’ê rave dike.

Her wiha wêneyê bi navê ‘Wêneyê Tirkiyeyê’ yê rojnameger Fatoş Erdogan ku merasîma cenazeyê parêzer Ebrû Tîmtîk girtibû hêjayî xelatê hat dîtin.

Wêneyê ‘Heskîf’ ê rojnameger Seda Taşkin jî ji bo beşa ‘Xelata Jûriya Taybet’ hêjayî xelatê hat dîtin.

Her wiha di beşa ‘Karîkatur’ de jî karîkaturê Beşîr Geroglû hêjayî xelatê hat dîtin. Karîkaturê Kiymet Guven jî hêjayî ‘Xelata Jûriya Taybet’ hat dîtin. STENBOL

Dikarî Biecibînî