aram

Balafirên artêşa tirk gundên Başûr bombebaran kirin

Balafirên şer ên dewleta tirk a dagirker carek din gundên herêmên Behdînan, Biradost û Silêmaniyê bombebaran kirin

Navenda Nûçeyan |

Duh derengiya şevê balafirên dewleta tirk a dagirker gundê Kêste ya Kanîmasiyê a dikever ser Zaxoyê bombebaran kirin. Li gorî agahiyan ji ber bombebaranê agirek mezin bi herêmê ketiye.

Balafirên dagirkeran di heman demê de herêma Xakurk û gundê Bêrkim a Herêma Biradostê jî bombebaran kirin. Li vir jî ziyanek mezin gihîşt bax û baxçeyê welatiyan.

Balafirên artêşa tirk a dagirker heman şevê gundên bajarokê Pişder ya dikeve ser herêma Raperînê jî bombebaran kirin. Nayê zanîn bê ka di encamê de ziyanek çêbûye yan na.

Dikarî Biecibînî