aram

Ciwanên Şengalê li dijî tecrîdê meşiyan

Bi pêşengiya Yekitiya Ciwanên Şengalê li dijî tecrîdê li navçeya Borikê meşek hate lidarxistin. Ciwanan daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin

Komek ji ciwanên Şengalê bi pêşengiya Yekitiya Ciwanên Şengalê li ber Meclisa Komalgeha Borikê li hev kom bûn û bi dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok jiyan nabe’, ‘Bijî berxwedana Îmraliyê’ li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heta sûkê meşiyan.

Li navenda komalgehê bi navê Yekitiya Ciwanên Êzidî (YCŞ) û Yekitiya Jin ên Ciwan ên Êzidî daxuyaniyek hate dayîn.

Di daxuyaniyê tecrîdkirina Ocalan hate şermezarkirin û berxwedana gerîla hate silavkirin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ger dijminekî êzidiyan hebe ew jî dewleta tirk a dagirker e, ger dostê êzidiyan hebe ew jî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.

Ciwanan destnîşan kir ku di çarçoveya pêngava ‘Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye’ heta azadiya Ocalan dê têkoşîna xwe bidomînin. ŞENGAL

Dikarî Biecibînî