aram

Şewata li çiyayê Gabarê didome

Li Çiyayê Gabarê şewat her ku diçe ber bi qadên cuda ve belav dibe

Şewata ku hefteyek berê li Çiyayê Gabarê nêzî bajaroka Dergûlê ya Şirnexê bi daristanê ketibû û pişt re belavî çoltara gundên Zîvîngû, Memîra, Deriyê Gabar, Dêrşew, Qernê, Bîrava û Memîrûka bûbû, didome. Şewat îro ji ber bi çoltara bajaroka Findikê û gundê Zivingû yê girêdayî navenda Şirnexê ve belav bû. Hat hînbûn ku şewata li gundê Bêsûkê ji hêla welatiyên gund ve hatiye vemirandin lê di encama şewatê de bi dehan dar û daristan şewitîne.

Her wiha li herêmên ku şewat lê wan rû daye, liv û tevgera hewayî jî heye. ŞIRNEX

Dikarî Biecibînî