aram

Li Amedê xebatkara tenduristiyê ji ber koronayê mir

Xebatkara tenduristiyê Esra Alakûş li Amedê ji ber vîrûsa koronayê mir

Li Amedê xebatkara tenduristiyê Esra Alakûş a 45 salî ji 8’ê îlonê ve ji ber vîrûsa koronayê li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê dihat tedawîkirin. Hat zanîn ku Alakûş jiyana xwe ji dest daye. Alakûş dayika du zarokan bûye û malbatê cenaze bir li navçeya Şemrexê ya Mêrdînê veşart.

Platforma Tenduristiyê ya Amedê beriya niha bi demek kin aşkera kiribû ku 722 xebatkarên tenduristiyê bi koronayê ketine û 8 xebatkarên tenduristiyê jî jiyana xwe ji dest dane. Bi mirina Alakûş re hejmar miriyan derket 9 kesan. AMED

Dikarî Biecibînî