aram

Girtî li dijî ava vexwarinê ya nepaqij di grevê de ne

Li Girtîgeha Hejmara 1 a Tîpa L a Mereşê, girtî ji ber ava ku vexwarinê nexweş ketin û wan rakirin revîrê. Girtiyan ragihand ku li dijî binpêkirinên mafên xwe 3 roj in di greva birçîbûnê de ne

Girtiyên li Girtîgeha Hejmara 1 a Tîpa L a Mereşê, bi rêya telefonê li malbatên xwe geriyan û ragihandin ku ava ku vedixwin nepaj e û pê nexweş ketine û 3 hevalên wan rakirine revîrê û li dijî binpêkirinên mafên xwe 3 roj in di greva birçîbûnê de ne. MÊRDÎN

Dikarî Biecibînî