aram

DMME’yê serlêdana ji bo ava Hesekê hatibû kirin qebûl kir

DMME’yê serlêdana ji bo birîna ava Hesekê ya derbarê Tirkiyeyê de hatibû kirin, qebûl kir

Navenda Nûçeyan |

Ji ber ku Tirkiye ava vexwarinê ya diçe bajarê Hesekê ya girêdayî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her tim dibire, li herêmê ji milyonekê zêdetir bê av dimînin û nikarin ava vexwarinê bi dest bixin. Ev jî dibe sedem ku ji ber şewba vîrûsa korona (Kovîd-19) gelek welatî bi zehmetiyên mezin re rû bi rû bimînin.

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA), hat ragihandin ku serlêdana ji bo birîna ava Hesekê ya derbarê Tirkiyeyê de ya ji bo Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa (DMME) hatibû kirin, hatiye qebûlkirin.

Dikarî Biecibînî