aram

Biryar di MGK û qesrê de hat girtin

HDP’ê bertek nîşanî binçavkirinên endamên rêveberiya partiyê û parlamenterên berê da û got ku biryara binçavkirinê di MGK û qesrê de hatiye girtin

Navenda Nûçeyan |

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bertek nîşanî biryara binçavkirina 82 kesên a ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve hat dayîn, da.

HDP’ê li ser hesabê xwe yê twîtterê bi etîketa “#HDPnayê bê dengkirin” (#HDPsusturulamaz) parvekirin kir û wiha got: “Li dijî partiya me, serê vê sibê biryara êrîşa tolgirtinê hatiye destpêkirin. Ev biryar duh di civîna MGK û merasîma daweta dozger a li qesrê hatibû li darxistin de, hat girtin. Her ku bloka AKP û MHP’ê winda dike, hewl dide mûxalefetê tesfiye bike. HDP dê li hemberî darbeyên we serî netewîne û hûn nikarin serê bidin tewandin.”

Dikarî Biecibînî