aram

Tifaqa Kurdistanê bang li îktîdarê kir

Nûnerên partî û rêxistinên ku di xebatên Tifaqa Kurdistanê de cih digirin, li dijî operasyona siyasetmedarên kurd û HDP'ê bertekên xwe anîn ziman û bang li hikûmetê kirin ku rêyên diyalogê negirin

Nûnerên partî û rêxistinên ku di xebatên Tifaqa Kurdistanê de cih digirin, li dijî operasyona siyasî, li cihê Cemiyeta Rojnamegerên Guneydogu ya li Parka Sumerê civîna çapemeniyê li dar xistin. Di civînê de hevserokên DBP’ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, parlamenterê HDP’ê Îmam Taşçier û Nusrettîn Maçîn, Serokê Partiya Komînîst a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek, Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Însan û Azadî (PİA) Ahmet Kaya, Berdevkê Komeleya Kurd a Demokrat û Şoreşger (DDKD) Abdulhey Okumuş, Nûnerê KDP-T û KDP Bakur amade bûn. Bi kurdî û tirkî daxuyaniya hevpar xwendin. Cîgirê Serokê Gieştî yê PÎA Ahmet Kaya daxuyanî bi Kurdî xwend.

Daxuyanî ji aliye Cîgirê Serokê Giştî yê PÎA Ahmet Kaya ve hat xwendin.

Kaya diyar kir ku 25’ê îlona 2020’an bi xemgîniyeke zêde ew bûn şahidê operasyonên ji dûrê pîvanên hiqûqî û demokrasiyê li hember 82 kesayetên siyasî ku piraniya wan siyasetmedarên HDP’ê ne û wiha got: “Siyaset û feraseta fermî ya Tirkiyeyê her çend diçe li ser demokrasiyê, maf û azadiya mirovan û ji girêdayibûna hiqûqê dûr dikeve. Li Tirkiyê hişmendiya siyaseta takekesî, zilm û zordariya ku li ser opozîsyonê, bi taybetî jî li ser kurdan tê kirin roj bi roj zêde dibe û gihîştiye asta herî bilind. Ev helwest rojên yekpartîbûna Tirkiyeyê tîne bîra me. Teqrîben sed sal derbas bû lê li Tirkiyeyê hê jî ev helwest didome. Ev siyaset dixwaze dijberî û dijminatiya di nav civakê de kûrtir bike. Ji ber ku xwedî vê hişmendiyê, hebûn û mayîna xwe li ser dijayetiyan, dijminatiya aliyan û derxistina aloziyan de dibînin. Lê êdî raya giştî ya kesên/aliyên demokrat li Tirkiyeyê û piraniya kurdan hişyar bûne, dizanin rastî çi ye, dîtine û fersenda yekem de dê li gorî wê tevbigerin.”

Kurd dê bigihêjin mafê xwe yê rewa

Kaya da zanîn ku guman têde nîne kurdên her çar aliyên Kurdistanê wê bigehêjin mafên xwe yên rewa û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dîrok şahid e û cîhan pê dizane ku gelê kurd di dîroka xwe de tu carî dijminatiya netewên/gelên din nekiriye û dê neke jî. Her weke mirov dikare bêje; di pêvajoyên wisa girîng de hest û ramanên neteweyî yên gelê kurd divê ji her rojan pirtir derbikeve pêş. Niha em di demeke wisa re derbas dibin.

Em weke hêz û partiyên kurd tenê daxwaza mafên xwe yên rewa dikin û piştgirin bo kes û aliyên ku mafên wan hatine binpêkirin.

Em hêvî dikin ku hikûmet, dadgeh û dozgerên Tirkiyeyê ji van helwestên  xwe yên şaş şûnde gav bavêjin. Em bang li wan hemû rayedarên Tirkiyeyê dikin; Ji demokrasiyê dûr nekevin û rêya diyalogê nexitimînin, rê li ber vegera danûstandinan vekirî bihêlin û bêhtir berê xwe bidin rêya çareseriyeke aştiyane û sivîl. Bi tund û tûjiyê, bi terorê doz û dawayên civakî, siyasî û etnîkî çareser nabin. Bûyer û serpêhatiyên sed salan vê yekê nîşan dide.

Em ji hemû aliyan dixwazin li rêya çareseriya aştiyane û sivîl ve vegerin û pîvanên hiqûqa navnetewî bişopînin.” AMED

 

Dikarî Biecibînî