aram

Şiban: Derbarê wê rojê de tu tişt nayê bîra min

Osman Şiban ku ji aliyê leşkerên ku derketibûn operasyonê ve hatibû binçavkirin û avêtina wî ya ji helîkopterê hatibû belgekirin, derbarê roja binçavkirinê de axivî û got ku laşê wî diêşê û tu tişt nayê bîra wî

Osman Şiban ku di 11’ê îlonê de li navçeya Şaxê ya Wanê bi Servet Tûrgût re hatibû binçavkirin û hatibû belgekirin ku bi Tûrgût re ji helîkopterê hatiye avêtin, li mala xwe ya Mersînê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.

Şiban diyar kir ku derbarê roja binçavkirina wan tu tişt nayê bîra wî û ev tiş got: “Hê baş nehatime ser hişê xwe. Laşê min diêşê. Saet radibim û saetek jî dikevim. Ne baş im. Derbarê wê rojê de tu tişt nayê bîra min.” MERSÎN

Dikarî Biecibînî