aram

Bûldan dê sibê bi gelê Qersê re bê gel hev

Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan, dê sibê bi gelê Qersê re bê gel hev û li bajar hin serdanan pêk bîne

Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan, bi armanca piştgiriya Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen ku di çarçoveya ‘lêpirsîna Kobanê’ de hatiye binçavkirin, dê sibê biçe serdana Qersê û bi gelê Qersê re bê gel hev.  Wê Bûldan li balafirgehê bê pêşwazîkirin û piştre li ber avahiya HDP’ê ya li bajar xîtabî gel bike. Tê payîn ku Bûldan gel jî ziyaret bike û biçe Şaredariya Qersê.

Rêxistinê HDP’ê ya Bajar, bi belavokan gelê Qersê vexwendin bernameya xwe ya sibê. QERS

Dikarî Biecibînî