aram

Girtiyê nexweş dest bi greva birçîbûnê kir

Girtiyê nexweş Mehmet Yamaç li dijî kiryarên derveyî mirovahiyê û kêfî yên rêveberiya girtîgehê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem kir

Girtiyê nexweş Mehmet Yamaç ê li Girtîgeha Tîpa T Hejmar 2 a Bunyan a Kayseriyê tê girtin, beriya 2 rojan bi rêya telefonê bi wasiyê xwe Ûgûr Sayan re axivî.

Girtiyê nexweş Mehmet Yamaç diyar kir ku ji bo şermezarkirina helwesta derveyî mirovahiyê û pêkanînên kêfî yên rêveberiya girtîgehê, ji bo bala raya giştî bikişîne ser zext û kiryarên faşîzan ên li girtîgehan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem dike.

Yamaç ku di lîsteya girtiyên nexweş a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de cih digire, 2’yê îlonê jî bi rêya telefonê bi malbata xwe re axivî bû û diyar kiribû ku ew bi zorê bêhnê distîne.

Ûgûr Sayan jî ragihand ku Yamaç demeke dirêj e bi nexweşiya pişikê re têdikoşe, carna bêhn lê diçike û hin rojan neçar dimîne ku bi tupê oksîjenê hilmê bistîne. KAYSERΠ

Dikarî Biecibînî