Li Amedê gelek kes hatin binçavkirin

Li Amedê vê sibehê polîsan bi ser gelek malan de girt. Di serdegirtinê de rojnameger Hakki Boltan, Hevşaredara Gêlê Gulistan Ensarîoglû û mele jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin  

Li Amedê di çarçoveya lêpirsînek Serdozgeriya Komarê da destpêkirin de vê sibehê polîsan bi ser gelek malan de girt. Polîsan malan serûbin kir.

Di encama serdegirtina malan de rojnameger Hakki Boltan, Rêveberê HDP’a Amedê Edîp Bînbîr, endamê Meclisa Şaredariya Sûrê Omer Fîlîtoglû, endamên Kongreya Îslama Demokratîk (KÎD) mele Nafî Erdem û mele Emîn Ay, endamê Sendîkaya Maden û Enerjiya Pîşesaziyê Medenî Tutşî, Hevşaredara Gêlê Gulistan Ensarîoglû, rêvebera Rêxistina HDP’ê ya Amedê ya berê Çîgdem Ektî û aktîvîst Mekiye Guzel hatin binçvkirin. Tê gotin ku hejmara binçavkiriyan zêde bibe.

Hinceta binçavkirinan nehat zanîn û polîsan kesên hatin binçavkirin birin Miduriyeta Polîsan a Amedê. AMED

Dikarî Biecibînî