aram

‘6-8’ê Cotmehê mîlad e, operasyona li dijî HDP’ê jî tolhildan e’

Endamê Şandeya Îmraliyê Hatîp Dîcle diyar kir ku çalakiyên 6-8’ê Cotmehê yên Kobanê mîlad e û got ku Erdogan Serhildana Kobanê dike hincet û dixwaze tola Kobanê ji HDP’ê bigire

Endamê Şandeya Îmraliyê û siyasetmedarê xwedî tecrûbe yê kurd Hatîp Dîcle operasyona bi hinceta ‘Lêpirsîna Kobanê’ li dijî HDP’ê pêk hat şîrove û nirxandinên girîng kir.

Şandeya HDP’ê û di heman demê de şandeya Îmraliyê ku ji Sirri Sureyya Onder û Pervîn Bûldan pêk tê di 9’ê çileya 2015’an de li Qesra Dolmbahçeyê li gel Yalçin Akdogan ê wezîrê berê, Wezîrê Karên Navxweyî Efkan Ala û Serokwezîrê berê Ahmet Davûtoglû re hevdîtin pêk anînbûn û di hevdîtinê de li ser Kobanê axivîbûn.

Onder gengeşeya di navbera wan û Ahmet Davûtoglû de derbas bûye wiha vedibêje: “Serokwezîr bêtir têkildarî ewlehiya cemaweriyê bûyerên 6-8’ê Kobanê mînak nîşan dida. Rexne kir û dest bi civînê kir. Bi dudilî nêzî civînê dibû. Diyar kir ku bûyerên 6-8’ê Cotmehê zirarek mezin daye pêvajoyê. Di vê mijarê de hem Selahattîn Beg û hem jî HDP’ê rexne kir û dest pê kir. Got ‘dema min biryara vê civînê da jî ez bi dudulî nêz bûm.’ Me vê nêzîkatiya Serokwezîr nêz nedît. Me destnîşan dikir ku divê di van mijarên wiha de em bêtir bên cem û têkiliya navbera me qût nebe. Di bûyerên Kobanê de helwesta hikûmetê bû sedem. Beriya banga MYK2 ê heta dawiyê jî şandeya me gelek hewldanan kir. Hem jî Selahattîn Beg telefonî Serokwezîr kir. Heke têkildarî Kobanê bersivek herî biçûk jî werbigirta, wê MYK bang nekira. Me ji wan re got beriya banga MYK’ê gel daketiye kolanan. Di kêliya bûyeran de û piştî bûyeran HDP’ê kirin hedef û kampanyayên ku hedef nîşan didin û lînc dikin ne rast bûn. Hem li dijî Selahattîn Demîrtaş û hem jî li dijî partiya me kampanyaya lîncê dan destpêkirin. Me vê yekê aşkera ji wan re got. Me got divê êdî ji vê astê were derketin. Ji bo pêvajoyê lazim e gavên şênber û pratîk werin avêtin û bi lez bibe. Me ji wan re got di polîtîkaya Kobanê de jî divê polîtîkayên heyî yên hikûmetê werin guhertin.”

Pergala cemaweriyê

Têkildarî ‘ewlehiya cemaweriyê’ ya ku li ser hev dihat destnîşankirin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî di heman hevdîtinê de vê nirxandinê kiribû: “Ji bo gefa pergala cemaweriyê me bîst sal berê biryar daye û em ji wê noqteyê derketine. Di vê mijarê de îradeya min teqez e. Vê ji serokwezîr re jî ragihînin. Di dema berê de jî niyeta me hebû. Me vî ya bi Ozal re pêk dianî lê belê Ozal kuştin. Niha jî bi hezaran provokasyon hene. Vê ji Serokwezîr û Yalçin re bêjin. Davûtoglû pir bêtecrûbe ye. Dîrokê nizane. Yalçin jî nizane. Bi ser re heta bi bingeha berjwendiyê nêz dibin.”

Ocalan di heman hevdîtinê de wiha jî gotibû: “Heke ji pergala cemaweriyê min berpirsiyar bigirin, PKK’ê sûcdar bikin, ji bo vê yekê divê şertên danûstandinê gavek beriya gavekê temîn bikin. Ez ji bo pergala cemaweriyê berpirsiyarê hildidim ser milê xwe. Heke danûstandin tune be wê ev yek çawa pêk were.”

Ocalan: Min name nenivîsanda dê darbe pêk bihata

Ocalan di hevdîtinê de hem ji bo siyasetê hem jî ji bo dewletê helwesta çalakiyên Kobanê wiha gotibû:

“Ocalan: Heke di şerê Kobanê de israr bidome, li pişt vê darbe ye. Li Kobanê darbeyek tê haveynkirin. Herî dawî ev di bûyera Parîsê ya duh de da nîşandan ku amadekariya darbeyek felaket têk irin. Wê bi stemkarî Erdogan bibin. Min berê mînaka Mûrsî jî dabû lê belê ji bo encamek xerab amadekarî tên kirin. Wê bixwazin ku PKK’ê bikar bînin. Dixwazin bi ser PKK’ê re darbeyek ava bikin. Terzê şerê heyî rê li ber vê yekê vedike. Va ye di 6-8’ê Kobanê de derket holê. Heke min name nenivîsanda wê darbe pêk bihata. Yek ji we jî ne di ferqa vê yekê de bûn. Dest ji 40 kesî berde wê mirinên bêhejmar çêbibûna. Selahattîn jî ne di ferqa vî îşî de bû. Tu gumana min ji dirûstbûna wî nîne lê divê rast têbigihê û di mijara nîşandana refleksên bi hêz de kêmasî hene. Wê wî jî bibirina. Çerxa darbeyê hin bêtir bi stemkarî tê birêvebirin.

Ocalan: Ji bo pergala cemaweriyê hespê ne li pişt erebokê pêwîst e deynin pêşiya erebokê. Halbûkî hûn dixwazin em erebokê deynin ser pişta hespê. Hûn dibêjin ji welatiyan fişar heye. Qismek ji wan xayînin.

Ocalan: Ji Serokwezîr re bêjin, heke pergala cemaweriyê bi temamî were rûniştandin em ê rola dîrokî bileyîzin. Lê ev yek di vê civînê de nabe. Em ê di civîna dawî de bangek baş bikin. Ji bo vê yekê jî ji bo şertên fizîkî divê qata jorîn were amadekirin. Hûnê bêjin Ocalan di mijara dewleta demokratîk de dixwaze rola xwe bileyîze. Em ê projeyek wisa ragihînin ku PKK wê çekan deyne û dibe hêzek pergala cemaweriyê.”

Têkiliyên DAIŞ û Tirkiyeyê

Hevserokê Berê yê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Hatîp Dîcle ku di 9’ê çileya 2015’an de dema ku civîn pêk hat de di heyeta Îmraliyê de bû, derbarê mijarê ev tişt got: “Di wê pêvajoyê de 8 meh bûn tev li hevdîtinan bûbûm. Piştî tevlibûna mehek şûn ve serhildanên Kobanê çêbûn. Wê demê di hevdîtinên me yên bi heyeta dewletê re bi rêvebirina KCK’ê timik digot ku Tirkiye piştgiriya DAIŞ’ê dike û DAIŞ’ê areste dike û dixwest me vê ji Birêz Ocalan re ragihînin. Heta hin dema vê yekê bi nivîskî jî ji Birêz Ocalan re radigihandin. Li hevdîtinan dihat rojevê lê heyeta dewletê timik red dikir. Digotin, ‘Na ezbenî’. Timik weke ezbenî xîtabî Birêz Ocalan dikirin. Digotin DAIŞ’ê weke rêxistina terorê dibînin.”

‘Plana çong şikandinê bi Kobanê re dest pê kir’

Dîcle bi bîr xist ku li gel redkirina piştgiriyê jî wê demê li ser sînorên Tirkiyeyê wêneyên piştgiriya Tirkiyeyê ya ji bo DAIŞ’ê dihatin kişandin û got ku Plana Çongşikandinê ya di Lîjneya Ewlehiya Neteweyî ya 30’ê cotmeha 2014’an de biryara wê hatiye dayîn di 14’ê îlona 2014’an de bi êrîşa DAIŞ’ê ya ser Kobanê re ketiye dewrê û vê vegotina fermandarekî girîng ê demê ‘Di rastiyê de me Şamê kiribû hedef lê piştre li ser agahiya ku fermandarên me dan, bi daxwaza Erdogan me êrîşan aresteyî Kobanê kir’ bi bîr xist.

Gotinên ‘Kobanê ket, dikeve’

Di axaftina xwe de Dîcle da zanîn ku gotinên Erdogan ên li Dîlokê ku wê demê gotibû ‘Kobanê ket, dikeve’ bandor li ser destpêkirina çalakiyên 6-8’ê Cotmehê kiriye û ev tişt anî ziman: “Ev gotin di nav kurdan de bûbûn sedema hêrsê. Li Kobanê berxwedaneke destanî û mezin hebû. Koalîsyona li dijî DAIŞ’ê ku ji 60 welatan pêk dihat jî heta wê rojê têkoşîneke bi bandor nedimeşand. Şeva ku kuçeyên dawîn ên Kobanê dihatin parastin, nêzikbûna koalîsyonê guherî. Bombardûmana herî mezin a li dijî DAIŞ’ê wê şeve pêk hat. Paşdexistina DAIŞ’ê jî piştî wê pêvajoyê dest pê kir.”

Dîcle diyar kir ku wê demê HDP’ê li dijî wehşeta ku li Kobanê pêk dihat herkesî vexwendiye çalakiya aştiyane û demokratîk û wiha pêde çû: “Ji ber ku em endamên Heyeta Îmraliyê bûn, agahî ji me re dihat ku siyasetmedarên HDP’ê bi rayedarên hikûmetê re di nav têkiliyan de ne. Davûtoglû û rayedarên dewletê digotin ku divê çalakî bên bidawîkirin û bi gotina wan dihat gotin ku ev çalakî pêvajoya çareseriyê jî dikin xetereyê. Heyeta HDP’ê gotibû ku bi peyama Birêz Ocalan çalakî dikarin bên rawestandin. Bi peyama ku ji Birêz Ocalan hatibû, bi ragihandina Demîrtaş re çalakî rawestiyabûn.”

Ocalan: We dikaribûn mudaxeleyê DAIŞ’ê bikin

Dîcle çîrokeke di hevdîtina li Îmraliyê ku piştî çalakiyên Kobanê hat lidarxistin de wiha vegot: “Diyar bû ku Birêz Ocalan piştî serhildanên Kobanê pir bi hêrs bibû. Wê demê berê xwe da şandeya dewletê û wiha got ‘Tankên we li wê derê bûn, we dikarîbû mudaxileyê DAIŞ’ê bikin lê we nekir. DYA’yê mudaxile kir. Ji vir û şûnde wê sempatiya hemû kurdan ji bo DYA’yê pêş bikeve. Berpirsiyarê vê hûn in.’ Şandeya dewletê,  nekarî tu bersivê bide. Ji ber ku bersivekê wan ê ku bidaban tune bû.”

Dîcle tespîtên Ocalan ên li ser mekanizmaya darbeyê wiha nirxand: “Birêz Ocalan di hevdîtinên Îmraliyê de, her tim ji dewletê re wiha digot; ‘Mêze bikin, ger ev pêvajo xirab bibe, teqez wê Tirkiye gav bi gav bişibe Sûriyeyê. Dibe ku mekanizmaya darbeyê li Tirkiyeyê bikeve dewrê.’ Dema qala dînamîka darbeyê dikir, di dawiya sala 2013’yan de, li dijî cemaeta Fetullah Gulen operasyonek hatibû destpêkirin û heya wê demê bi AKP’ê re di nava koalîsyonekê de hewl didin dewletê bi rêve bibin. AKP’ê di dawiya sala 2014’an de dest bi guhertina mutefîkên xwe kir. Dûre ew mutefîk derket holê û hêdî hêdî nêzî MHP’ê bû. Dîsa Ergenekonê bi dendika kûr a dewletê re li hev kirin. Birêz Ocalan hê wê demê gotibû ku hişmendiya AKP-MHP û Ergenekonê ber bi darbeyê ve diçe. Ocalan wê demê got ku wê mekanîzmeya darbeyê bikeve dewrê û wisa jî bû. Di sala 2015’an dest bi şer hat kirin û di 15’ê tîrmeha 2016’an de dînamîkên darbeyê ketin dewrê. Hişmendiya AKP-MHP û Ergenekonê, encameke ku serdestiya Tirkiyeyê bike, derxist holê.”

‘Em ê maseyê terk nekin’

Dîcle di dewama axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Ocalan her tim digor; ‘Em ê maseyê terk nekin. Em ê hewl bibin ku encam bigirin.’ 6 û 8’ê Cotmehê wek mîladek bû. Wê demê pêvajoya têkçûyîna rêveberiya Erdogan an jî DAIŞ’ê dest pê kiribû. Ev pêvajo bi Kobanê dest pê kir. Ji ber vê berî 6 salan Erdogan serhildanên Kobanê kir hincet û êrîşî HDP’ê kir. Di rastiyê de ev operasyona niha jî, operasyona tol girtinê heye. Pêvajoya tesfiyeya DAIŞ’ê, di 6 û 8’ê Cotmehê de dest pê kir. Hikûmeta AKP’ê jî di 7’ê hezîranê de winda kir. Ji wê rojê û vir ve Erdogan bû dewlet. AKP bû dewlet û hizma MHP’ê ya dewletê. Bi vê re jî ket bin kontrola dewleta kûr a Ergenekonê. Ev hemû ne tesadüf in. Ji sedî dengekê Dogu Perînçek jî tuneye lê hemû projeyên wî yek bi yek tên bicihanîn. Ji wê rojê û vir ve AKP ji AKP’e bûyîna xwe derket. Bi tevahî bû çete, bû mafya û bû lîstîka tifaqa pergala sêyemîn. Êdî koalîsyonek heye û ev koalîsyon Tirkiyeyê bi rêve dibe.”

‘Dewlet di zorê de ye’

Her wiha Hatîp Dîcle axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji dema HEP’ê ve 30 sal tecrubeyên me yên dîrokî hene. Çi dema ku dewlet dikeve nava zor û zehmetiyê, hîn zêdetir êrîş dike. Niha jî di heman rewşê de ye. Ev operasyona li dijî HDP’ê, di heman demê de li hemberî kampanyeya mezin a li dijî dagirkerî û azadkirina Ocalan a di 12’yê Îlona 2020’an de hat destpêkirin e.” ENQERE

Dikarî Biecibînî