Hêvî û rêya çareseriyê li Îmraliyê ye

Ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve parêzer, ji 11’ê Îlona 2016’an û vir ve jî malbat nikarin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibînin. Parlamentera Êlihê ya HDP’î Ayşe Acar Başaran têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Ocalan axivî.

Başaran da zanîn ku tecrîda girankirî ya li ser Ocalan bi komploya navneteweyî ketiye meriyetê û diyar kir ku Ocalan girtiyekî ji rêzê nîne û îradeya milyonan temsîl dike.

Di axaftina xwe de Başaran destnîşan kir ku tecrîd ne tenê li ser Ocalan li ser jiyana bi hev re ya gelên Rojhilata Navîn, bawerî û civakê ye û got ku ji bo qedandina şerê li Kurdistanê yekane rêya çareseriyê Îmraliye.

Sedem polîtîkayên şer e

Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî jî derbarê tecrîdê de diyar kir ku yekane sedema polîtîkayên şer ên hikûmeta AKP’ê tecrîda li ser Ocalan e. Temellî destnîşan kir ku ew baş pê dizanîn ku dengekî ji Îmraliyê bê dê têkoşîna aştiyê xurttir bike û da zanîn ku dê ji bo rakirina tecrîdê bê navber bixebitin.

Tecrîd rewşê hîn aloztir dike

Çavdêrê siyasî Salih Germiyanî jî anî ziman ku tecrîdkirina Ocalan aştî û aramiya Rojhilata Navîn û cîhanê aloztir dike. Germiyanî got ku hemû tez û ramanên Ocalan û Tevgera Azadiyê ji bo çareserkirina pirsgirêkan e û ji bo çareserî yekane merca sereke azadiya Ocalan e. Amed – Germiyan

Dikarî Biecibînî