Li Demîrtaş û Onder ceza hat birîn

Danişîna doza Selahattîn Demîrtaş û Sirri Sureyya Onder ku bi îdiaya ‘Propagandaya rêxistinê kirin’ dihatin darizandin, hat dîtin. Di encama danişînê de heyeta dadgehê li Demîrtaş 4 sal û 8 meh û li Onder jî 3 sal û 6 meh cezayê girtîgehê birî

Danişîna doza Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê berê Selahattîn Demîrtaş û parlamenterê berê yê HDP’ê Sirri Sureyaya Onder ku bi îdiaya ‘Propagandaya rêxistinê kirin’ dihatin darizandin, hat dîtin. Heyeta dadgehê li Demîrtaş 4 sal û 8 meh û li Onder jî 3 sal û 6 meh cezayê girtîgehê birî.

Danişîna Selahattîn Demîrtaş ku li Girtîgeha Tîpa F a Edirneyê dihat girtin û Sirri Sureyya Onder, li 26’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat dîtin. Eywana dadgehê ji hêla leşkeran ve hatibû dorpêçkirin. Danişîn li Kampusa Girtîgeha Sîlîvriyê hat dîtin. Demîrtaş bi rêya SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû. Onder jî li salonê amade bû. Dîsa endamên Platforma Hiqûqnasên Azadîparêz (OHP), konsolosên Kanada û Swêdê, parêzerên ji Baroya Londrayê, parlamenterên HDP’ê Dilşad Canbaz, Zuleyha Gulum, Erol Katircioglu, Tuma Çelik û gelek kesên din di danişînê de amade bûn.

Di danişînê de Demîrtaş anî ziman ku 2 roj berê mutala dane wî û ev tişt anîn ziman: “Min berê li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Bakirkoyê parastina xwe kir. Ez bi SEGBİS’ê beşdarî vê danişînê bûbûm. We ev parastin xist dosyayê. Ji ber vê yekê niha naxwazim parastinê bikim. Ez dixwazim parêzerên min mafê axaftinê bistînin.”

Parêzer ji dadgehê xwest ku li gorî usulê tev bigere

Li ser gotinên Demîrtaş jî, Prz. Firat Epozdemir mafê axaftinê girt û wiha got: “Bendewariya me ji dadgeha we ew e ku hûn li gorî hukmên usulê tev bigerin. Parastina min a li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Bakirkoyê wekî parastina dawî bê destgirtin ne hiqûqî ye.” Piştî axaftina parêzeran û parastina Sirri Sureya Onder, heyetê navber da. Di rûniştina duyemîn de jî dadgehê der barê Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş de 4 sal û 8 meh û der barê parlamenterê HDP’ê yê berê Sirri Sureyya Onder de jî 3 sal û 6 meh cezayê girtîgehê birî. STENBOL

Dikarî Biecibînî