‘Erdogan raste rast vîna gel hedef girt’

Sezgîn Tanrikulu anî ziman ku Erdogan bi daxuyaniya xwe ya dawî ya têkildarî hilbijartinên herêmî, bi vekirî diyar kiriye ku dê vîna gel xesp bike. Tanrikulu destnîşan kir ku gelê herêmê dê van pêkanînên derhiqûqî nas nake û dê xwedî li vîna xwe derbikeve. Tanrikulu gotinên Erdogan weke gefa qeyûman a li ser gelên bakurê Kurdistanê pênase kir
Serokê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan hefteya berê têkildarî hilbijartinên rêveberiyên herêmî ku tê payîn di adara 2019’an de bên lidarxistin, axivî bû. Di axaftina xwe de Erdogan diyar kiribû ku ev hilbijartin dê pir cuda be. Tekildarî daxuyaniya Erdogan, parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikulu ji nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) bi Esra Dolîn Dal re axivî. Tanrikulu anî ziman ku Erdogan ji niha ve bi qeyûman gefê li gel dixwe.

Sezgîn Tanrikulu diyar kir ku Erdogan qanûnên ku nikare di meclisê re derbas bike, bi awayekî dijdemokratîk dixe meriyetê  û ev nirxandin kir: “Pêkaninên qeyûm nekarîbû di meclisê re derbas bike, lê bi rebazên dijdemokratîk xist meriyetê. Zêdeyî 90 şaredarî desteser kir. Gelek hevşaredar girtin. Îdiayên der barê şaredaran de diyar in û li gorî qanûnan cezayê wan jî diyar in. Ger ku der barê giriyan de lêpirsinek hebe wezîre karên hundir dikare wan ji kar dûr bixe. Ger ku bê sûc bê dîtin divê mafê wî dîsa bidin wî. Mixabin li dijî şaredariyên DBP’ê zagon neetin meriyetê. Bêhiqûqî ji kar hatin dûrxistinû girtin. Raste rast vîna gel hat binpêkirin.”

‘Erdogan bi vekirî dibêje ku dê vîna gel xesp bike’

Di berdewamê de jî parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikulu destnîşan kir ku Erdogan bi daxuyaniya xwe ya dawî re careke din nîşan daye ku nêzikatiya wî ya li hemberî şaredariyên herêmê neguheriye û wiha pê de çû: “Erdogan ji gel re dibêje, ‘Ger ku li dijî vîna me û tercîha me ya siyasî hilbijartin pêk bê û encam derkeve em dê dîsa qeyûm tayîn bikin.’ Di vê rewşê de jî tu wateya hilbijartinan namîne. Hilbijartin mafê herî bingehîn ê hemwelatiya ne. Lê Erdogan bi daxuyaniya xwe bi vekirî dibêje ku dê vîna wan desteser bike. Mirovên ku gel hildibijêre, Enqere wî nas nake. Ev yek nayê qebûlkirin.”

Gel dê biryarên nehiqûqî nas nake

Sezgîn Tanrikulu wiha dawî li axaftina xwe anî: “Gel jî vê yekê qebûl nake. Mirovên ku qet eleqeya wan bi wî bajar û wê navçeyê tune wekî qeyûm tê tayînkirin. Ev yek nayê qebûlkirin. Ev pirsgirêk e. Ji ber vê yekê jî dê ev projeye tu caran biser nekeve. Çawa ku îlana OHAL’ê ya di 20’e tirmehê, darbeya li dijî demokrasiyê bû, tayînkirina qeyûman jî darbeya li dijî vîna gel e. Erdogan bi daxuyaniya xwe dibêje ku; ‘ez çi bibêjim dê ew bê kirin.’ Lê em destûra vê nadin.”  AMED

Dikarî Biecibînî