Hevdîtin 6 mehan hat qedexekirin

Li ser daxwaza Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê, Dadweriya Înfazê ya 1’emîn a Bûrsayê der barê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên bi navên Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş ku di Girtîgeha Îmraliyê de tên girtin, biryareke nû da. Dadweriyê di biryara xwe ya ku di 6’ê îlona 2018’an de da, heta 6 mehan hevdîtina bi parêzeran re qedexe kir.

Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê wekî hinceta 11 cezayên hucreyê yên di navbera 2005-2009’an de li Ocalan hatin birîn û biryara disîplînê ya der barê nameya wî ya 156 rûpelî ku di 2009’an de nivîsandibû nîşan da. Her wiha dozgeriyê wekî hincet diyar kir ku di hevdîtinan de Ocalan fermanan ji rêxistinê re dişîne û ev dibin rojev. Li ser vê, Dadweriya Cezayê Înfazê ya 1’emîn a Bûrsayê heta 6 mehan hevdîtina Ocalan a bi parêzeran re qedexe kir.

Li ser vê biryarê jî parêzeran li Dadgeha Cezayê Giran a 1’emîn a Bûrsayê îtiraz kir. Îtîraza parêzeran ji hêla daweriyê ve hate redkirin.

‘Naxwazin dengê Ocalan bigihîje gel’

Hevseroka berê ya HDP’ê û parlamentera Îzmîrê Serpîl Kemalbay nerazîbûn nîşanî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da.

Kemalbay da xuyankirin ku bi têkbirina polîtîkaya aştiyê re li zindanê polîtîkaya tecrîdê û îzolekirina Ocalan dest pê kir û bi vî rengî hewl tê dayîn ku dengê Ocalan negihîje gel û wiha got: “Ev polîtîka ne tu polîtîka ye. Ji ber ku bi şer tiştek bi dest nakeve. Şer ji bo gelan rê li ber êş, mirin û xizaniyê vedike. Ji ber vê yekî divê tecrî were rakirin. Bi taybetî divê girtiyên siyasî werin berdan. Her kes îro berdêla polîtîkaya tecrîdê dide. Ya rast gel dikare her pirsgirêkê çareser bike. Ji bo em ji polîtîkayên şer ên feraseta desthilatdar rizgar bibin, divê her kes xwedî li polîtîkayên aştiyê derkeve.” STENBOL-ÎZMÎR

Dikarî Biecibînî