Kurtulan: Em ê bi namzetên rast bikevin hilbijartinê

Serokwekîla Koma HDP’ê Fatma Kurtulan da zanîn ku tevî hemû zextan jî têkoşîna wan didome. Kurtulan xwest ku parlamenger Leyla Guven bê berdan û ji bo hilbijartinên rêveberiyên herêmî jî ev tişt got: “Em ê hemû şaredariyên xwe yên ku qeyûm tayînî wan hatiye kirin û yên ku me bi dengekî kêm winda kirin, dê bistînin. Em ê bi namzetên rast re bikevin hilbijartinan.”

Dema duyemîn a Serdema 27’emîn a avakirina Qanûnan a Meclisê vebû. Serokwekîla Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fatma Kurtulan jî bi vê boneyê li meclisê civîna çapemeniyê li dar xist. Kurtulan xwest ku parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven bê berdan.

Fatma Kurtulan anî ziman ku ji roja damezirandinê heta niha li ser HDP’ê zextekî mezin heye û wiha domand: “Ev zext hîn jî didomin. Di serdema 26’emîn de hevserokên giştî yên partiya me û parlamenterên me hatin girtin. Wekîltiya wan hat xistin. Niha jî parlamentera me ya Colemêrgê girtî ye. Ev yek binpêkirina Qanûna Bingehîn e. Em dixwazin ku parlamentera me Guven bê berdan.”

Têkoşîna HDP’ê

Di berdewamê de jî Kurtulan bi lêv kir ku di rewşeke wiha ye xerab de sekn û têkoşîna HDP’ê pir bi wate ye û wiha pê de çû: “Ne em meclisê weke navenda têkoşîna xwe dibînin û ne jî tune dihesibînin. Tevî hemu zextan jî partiya me girîngî da hilbijartina 24’ê Hezîranê. Hikûmeta AKP’ê Tirkiye xist krîza Rojhilata Navîn. Bi DAIŞ’ê re ketin nava hevkariyê û li dijî kurdan bikar anîn.”

Durûtiya Erdogan

Fatma Kurtulan destnîşan kir ku AKP’ê bi destekkirina DAIŞ’ê re Tirkiye xist nava krîza Rojhilata Navîn û wiha got: “Em hevdîtinên bi Almanyayê re dibînin. Krîterên Kobenhangê binpê kirine. Li ser kurdan bazarê dikin. Erdogan li Almanyayê Bîrdariyê ziyaret dike lê li hêla din destûr nade ku Dayikên Şemiyê li Qada Galatasarayê çalakiya xwe pêk bînin. AKP û MHP’ê bi hevkarî dengê Dayikên Şemiyê qut dike. Li erdê kaşkirina dayikan a bi destê AKP-MHP’ê nayê qebûlkirin. Dayikên ku hêj negihiştine hestiyên zarokên xwe yên li Sûr û Cizîrê hene. Dema em li vê dinihêrin, durûtiya serdana Erdogan dibînin.”

Stratejiya hilbijartinê

Serokwekîla Koma HDP’ê Fatma Kurtulan balkişand ser hilbijartinên rêveberiyên herêmî û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em ê hemû şaredariyên xwe ku qeyûm tayînî wan hatiye kirin û şaredariyên ku me bi dengekî biçûk winda kirine, bistînin. Me gotibû ku em ê bi tifaq û namzetên rast xwe amade bikin. Di dawiya civînan de em gihaştin vê encamê; gelê me yê herêmê, rêxistinên me, rêxistinên jinan, rêxistinên demokrasiyê, hevalbendên me yên sirûştî û hevkarên me ne. Em ê bi nîqaşên wan re namzetên rast hilbijêrin.” ENQERE

Dikarî Biecibînî