‘Divê kurd ji bo rizgarkirina Efrînê amade bin’

Berpirsê Beşa Rojhilata Navîn a Rêxistina Gelên Di bin Gefan de Dr. Hemal Sîdo da zanîn ku divê kurd geşedanên pêş baş bixwînin û ji bo rizgarkirina Efrînê amade bin. Sîdo got ku li Efrînê aqûbeta 7 hezar sivîlan nayê zanîn û zilmekî mezin li ser gel heye. Sîdo got ku divê kurd di demekî herî nêz de Efrînê rizgar bikin

Berpirsê Beşa Rojhilata Navîn a Rêxistina Gelên Di Bin Gefan de Dr. Kemal Sîdo geşedanên li Sûriyeyê bi taybet jî rûdanên li Efrînê ji nûçegihanên Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) bi Seydo Îbo re nirxand. Sîdo diyar kir ku divê Efrînê demildest bê rizgarkirin.

Di serî de Dr. Jemal Sîdo balkişand ser têkiliyên di navbera Rûsya û dewleta tirk de û got ku di peymanê de hin xalên veşarî hene û wiha domand: “Hîn tifaqeke ku gihaştiye armanca xwe nîne. Mijarên herêma bêçek, avakirina bendên kontrolê û serweriya qada bêçek, çend mijarên nîqaşê yên vê lihevkirinê ne. Dê di hefte û mehên pêşde guhertinên nû li Idlibê rû bidin. Çarenûsa Efrînê girêdayî pêşketinên li Idlibê ye. Ji ber ku nêzî Idlibê ye û tevî Cerablus, Ezaz û herêmên din ji hêla dewleta irk ve hatiye dagirkirin. Divê kurd ji tecrûbeyên xwe yên berê sûd wergirin. Divê ji rûdanên pêş re amade bin da ku Efrînê rizgar bikin û hezên dagirker ji herêmên xwe biqewirînin.”

Aqûbeta 7 hezaran sivîlan nayê zanîn

Têkildarî binpêkirinên li Efrînê jî Sîdo wiha got: “Binpêkirinên ku ji 18’ê adarê li Efrînê rû dan, tiştekî veşartî nîne. Bi qasî 400 hezar misilman, êzidî, elewî û xiristiyanan Efrîn berda û niha li kampan dimînin. An jî li gundên bakurê Helebê, kantona Şehbayê û Helebê dimînin. Efrîn rastî êrîşeke hovane û siyasetekî qirêj ê ereb û tirkkirinê tê. Efrîn weke navendekî jiyana hevbeş dihat zanîn. Lê hêzên tirk û komên tundrew di nava gel û baweriyan de kînê belav dikin. Her wiha zêdetirî 3 hezar kes li Efrînê hatin girtin. Dibe ku ev hejmar 7 hezar jî be ku çarenûsa wan ne diyare. Dibe ku biribin girtîgehên Idlibê yan jî di girtîgehên veşarî yên Efrînê de girtî bin.”

Gelek rapor hatine amadekirin

Di berdewamê de jî Sîdo daxuyand ku li Efrînê zimanê kurdî û çand û hunera kurdî hatiye qedexekirin û wiha pê de çû: “Dibistan û zanîngeh hatin girtin û navên gund û kolanan hatin guherandin. Polîtîkaya pişaftinê tê meşandin û ev jî ji bo pêşeroja Efrînê metirsî ye. Ger wiha bidome, Efrîn bi hêsanî venagere demên berê. Ji ber vê jî divê Efrîn di zûtirin dem de bê rizgarkirin. Li Efrînê rewşa jinan jî pirs zehmete. Rojane sivîl tên revandin û ji malbatên wan fîdye tê xwestin. Ev tişt hemû divê rojane bên belgekirin. Me gelek rapor amadekirin û radestî aliyên pêwendîdar ên Ewropayê, Almanyayê û Konseya Mafên Mirovan a li Cenevreyê kirin.”

‘Divê malbatên çeteyan ji wir bên derxistin’

Sîdo bang li civaka navneteweyî û Almanyayê kir ku zextê li dewleta tirk bikin da ku ji Efrînê vekişe û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em dixwazin êdî gelê Efrînê, rêveberiya xweser û kurdayetî li herêmê vegere û dibistan û zanîngeh careke din bên avakirin. Kesên li herêmê hatine bicihkirin jî divê ji wir bên derxistin. Malbatên çeteyan û hevkarên Tirkiyeyê xwecihên wir nînin. Xeteraya li ser sivîlan û çanda jiyana hevbeş heye. Divê em ji tecrûbeyên xwe berê sûd wergirin. Dewleta tirk di êrîşkirina rojhilatê Firatê de jî bi israr e. Ji be vê jî divê hemû hêzên kurd ji bo xurtkirina rêveberiya xweser tevbigerin.” QAMIŞLO

Dikarî Biecibînî