DMME li gorî dewletan tevgeriya

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi sedema ku Ocalan di sala 2008’an de rastî ‘îşkence û muameleyeya xerab’ hatiye serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dabûn. Lê DMME’yê 8 sal şûnde bersiv da parêzerên Ocalan û daxwaza parêzeran red kir. Bertekên li dijî vê biryara DMME’yê berdewam dikin.

Berdevka Komîsyona Hiqûqî û Mafê Mirovan a HDP’ê û parlamentera Êlihê Ayşe Acar Başaran tecrîda li ser Ocalan û biryara DMME’yê nirxand.

Ji tecrîdê hemû gel zirarê dibînin

Başaran di axaftina xwe de diyar kir ku biyara DMME’yê polîtîk e û wiha got: “Ev biryar di encama bazarên mezin de hatiye dayîn. Tu caran DMME’yê biryarên wiha polîtîk nedeya. Hem biryara DMME û hem jî biryara cezayê disîplînê ya ji bo Ocalan hat dayîn bi hev ve girêdayîne û ji hev ne cudane. Ji bo ku hêzên navneteweyî yên li Rojhilata Navîn bigihin armanca xwe DMME’yê ev biryar ji bo Ocalan da.”

Herî dawî Başaran anî ziman ku DMME’yê bi vê biryara xwe hewl daye Ocalan bi hêza wî ya çareseriya qeyranên li Rojhilata Navîn re bêdeng bike û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê ev tecrîd bê rakirin û Ocalan azad bibe. Di şerê bi tecrîtê re kûrtîr dibe de tenê kurd zirarê nabînin, hemû gelên Rojhilata Navîn ji vê atmosferê zirarê dibînin.”

Biryar dijhiqûqî ye

Her wiha seroka ÎHD’ê ya Stenbolê Parêzer Gulseren Yolerî jî diyar kir ku biryara DMME’yê biryareke şaş e û got ku DMME’yê bi biryara xwe berjewandiya dewletan li ber çavan girtiye. ENQERE – STENBOL

 

Dikarî Biecibînî