Sedema qeyranan rêveberiya heyî ye

Piştî meclis di serdema nû de vebû, yekemîn civînên partiyên siyasî pêk hatin. Di hefteya ewil a meclisê de HDP’ê civîna xwe pêk anî. Di civînê de hevseroka HDP’ê Pervînn Buldan, nirxandina hefteyê kir.

Di axaftina xwe de Buldan bal kişand ser rewşa girtina parlamantera Colemergê Leyla Guven û xwest demildest Guven bê berdan. Buldan destnîşan kir ku ew dê qeyûman bişînin qesrê û şaredariyan ji destê wan derxînin û her wiha destnîşan kir ku sedema krîza aborî û siyasî rêveberiya yekzilamî ye

Buldan di axaftina xwe de da zanîn ku yek ji sedemên sereke yên qeyranên heyî tecrîda li Îmraliyê ye û wiha got: “Tecrîdkirina Ocalan terîdkirina Tirkiyeyê ye. Her wiha DMME beyî Tirkiyeyê ev biryar nedaye, bi hev re vê biryarê dan. Em li her derê dê li dijî terîdê derdikevin û ji her kesî re tecrîdê vedibêjin. Em bang li hemû hêzên demokratîk û rengên cuda dikin ku li diîjî tecridê dengê xwe bilind bikin.” ENQERE

Dikarî Biecibînî