JÎTEM’a rejîma Erdogan SADAT êdî di rêveberiyê de ye

Hikûmeta Erdogan damezirînerê şebekeya sûc a bi navê SADAT’ê Adnan Tanriverdî tayînî Desteya Ewlehî û Polîtîkayên Derve kir. SADAT weke JÎTEM’a rejîma Erdogan tê zanîn û bi taybetî jî li bakurê Kurdistanê bi awayekî hovane êrîşan pêk tîne

Dewleta tirk a ku ji hêla hikûmeta faşîst a AKP-MHP’ê ve tê birêvebirin, bi kiryarên xwe salen 90’î derbas kir. Bi taybetî jî piştî ku aliyên faşîst ên weke Ergenekonê di rêveberiya hikûmeta Erdogan û Bahçelî de cih girtin, kiryarên salên 90’î yek bi yek ketin meriyetê. Yek ji saziyên ku hikûmeta AKP’ê weke JÎTEM, kontrgerîla û hêzên tarî yên paramîlîter bi kar tîne jî SADAT e.

Hikûmeta AKP-MHP’ê, damezirînerê Şîrketa Berevanî û Şêwirmendiyê ya Navneteweyî (SADAT) Adnan Tanriverdî ku SADAT mîna JÎTEM’a rejîma Erdogan tê nasîn, tayînî Desteya Ewlehî û Polîtîkayên Derve kir. Navên kesên dawîn ên tayînî desteyê hatin kirin, di Rojnameya Fermî de hatin weşandin. Bi vê yekê re jî saziya şebekeya sûc a SADAT’ê bi awayekî fermî ket rêveberiya dewleta tirk.

Li dijî Kurdistanê tên bikaranîn

Weke ku tê zanîn ‘hêza çekdar a paramîlîter’ a rejîma AKP’ê SADAT, dema biryarnameya ‘bêrîbûna darazê ya ji bo sivîlan’ a ku ji bo parastina rejîmê derketî, hatibû rojevê. Damezirînerê vê şebekeya sûc Tanriverdî, di 20’ê çileyê roja destpêkirina dagirkirina Efrînê de tev li Civîna Ewlehiyê bûbû. Hêjayî gotinê ye ku ev kes bi taybetî jî li dijî Kurdistanê tê bikaranîn û di van salên dawîn de navê Tanriverdî di gelek binpêkirinan de derbas bû. Ev şebekeya sûc a ku navê wê li Kurdistanê bi desteserkirin, înfaz, îşkence û çavtirsandinê tê zanîn, ji hêla rejîma Erdogan ve jî tê parastin. Amed

Dikarî Biecibînî