Ocalan kesayetekî neteweyî ye

Siyasetmedarê kurd Dr. Mahmûd Osman diyar kir ku Ocalan li her çar parçeyên Kurdistanê ji bo doza gelê xwe xebitiye û kesayetekî neteweyî ye. Osman destnîşan kir ku pirsgirêka kurd jî dikare bi fikrên Ocalan bê çareserkirin û wiha got: “Tekane sûcê wî, parastina gelê xwe ye. Tecrîda li ser Ocalan ne rewa ye û ez banga xurtkirina kampanyaya ‘ji Ocalan re azadî’ dikim.”

Siyasetmedarê kurd Dr. Mahmûd Osman têkildarî Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji nûçegihanên Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) Rêbaz Hesen re axivî. Osman di serî de tecrîda li ser Ocalan şermezar kir û da zanîn ku tecrîda li ser Ocalan rewa nîne.

Dr. Mahmûd Osman di destpêkê de bal kişand ser naskirina xwe ya Ocalan û wiha domand: “Hevaltî û dostbûna me ji salên 70-80’ê ya dema li Sûriyeyê bû dest pê kir. Dema Ocalan li Sûriyeyê, çend caran me hevdu dîtibû. Têkiliyên me yên hevaltî û dostanî xurt bûn. Ocalan kesekî têkoşer û bi xebata ku dikir jî dikarî pirsgirêka kurd li Tirkiyeyê çareser bike. Heta wê demê kesê nedizanî pirsgirêka kurd çi ye. Bi saya Ocalan ev yek pêk hat.”

Di berdewamê de jî Osman destnîşan kir ku tu hikûmetên li Tirkiyeyê bawerî bi hebûna kurdan neanîne û ev tişt anî ziman: “Her kesên ku ji bo kurdîniyê dixebitin, weke terorîst binav dikin û şerê wan dikin. Ger rewş wiha be, tiştekî pir asayî ye ku gel ji bo parastina hebûna xwe, nasname û çanda xwe li dijî hikûmetê şer bike. Di vir de rola PKK’ê pir mezin e. PKK ji hemû partî û tevgerên din ên li ser navê kurdan têkoşiyane, cuda ye. Xwedî roleke mezin û sereke ye. Her wiha divê neyê jibîrkirin ku di vir de rola herî sereke ya Ocalan e. Ocalan kir ku gel kom bibe û ji bo doza xwe bixebite. Ocalan ne tenê li Bakur, li Başûr, Rojhilat û Rojava jî ji bo gel xebitî û kesayetekî neteweyî ye.”

‘Çareserî di bernameya Ewropayê de nîne’

Di berdewamê de jî Osman bal kişand ser hevkariya dewleta tirk û DYA’yê û wiha got: “Tirkiye ji ber ku endamê NATO’yê ye, bi vê hewlê DYA di şerê li dijî gelê kurd de alîkariyê dide dewleta tirk. Ji ber hevkariya DYA’yê jî dewletên Ewropayê jî alîkarî didin. Çareserkirina pirsgirêka kurd di bernameya DYA û welatên Ewropayê de nîne. Kurdan weke neteweyek nabînin û napejirînin.”

Tecrîd bêhiqûqî ye

Siyasetmedar Dr. Mahmûd Osman destnîşan kir ku ev 20 sal in Ocalan bêyî ku sûcekî wî hebe, li Girava Îmraliyê di tecrîdê de ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Tekane sûcê wî, parastina gelê xwe ye. Bêdengiya cîhanê ya civaka navneteweyî ya li hemberî komplo û tecrîdê bêmafî ye û ne hiqûqî ye. Bi vê yekê re diyar dibe ku welatên Ewropayê piştgiriya terorîzma Tirkiyeyê dikin. Çima kurd weke ‘terorîst’ tên dîtin? Li dijî êrîşan dewleta tirk tenê xwe diparêzin. Ocalan û Tevgera Azadiyê aştiyê dixwaze. Lê tevî bangên agirbestê jî dewleta tirk guh nedayê. Dîsa di dema pêvajoya çareseriyê de Ocalan got ku ger dewlet bixwaze dikarin di nav 6 mehan de pirsgirêkê çareser bikin. Lê dewletê guh neda û rojane gefan li Qendîl û Şengalê dixwe. Divê kampanyaya ‘Ji Ocalan re azadî’ xurt bibe û azadiya fizîkî ya Ocalan pêk were. Divê Tirkiye jî bizanibe ku Ocalan dikare pirsgirêka kurd çareser bike. Ger aştiyê nexwaze, wê demê xuya dibe ku ji 40 salên derbasbûyî tu encam wernegirtine.” SILÊMANÎ

Dikarî Biecibînî