Di salvegera komployê de qirkirina siyasî

Navenda Nûçeyan

Dewleta tirk di salvegera Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê de li hemberî siyasetmedar û rojnamegerên kurd operasyona qirkirina siyasî pêk anî. Li Amed, Wan, Êlih, Stenbol, Mêrsîn jî di nav de li 9 bajaran operasyon pêk hat û zêdetirî 100 kes hatin binçavkirin. Polîsan di saetên şevê de bi ser malan de girtin, derî şikandin û berê çekan dan siyasetmedaran. Komploya 9’ê Cotmehê û operasyonên li hemberî siyasetmedarên kurd li Kurdistan û gelek deveran bi çalakiyan hat şermezarkirin

Di 9’ê Cotmeha 1998’an de di encama Komploya Navneteweyî de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê hat derxistin. Komploya 9’ê Cotmehê wekî her sal, îsal jî bi meş û çalakiyan hat lanetkirin. Di daxuyaniyan de çalakvanan nemaze bal kişand ser tecrîdkirina Ocalan û hat gotin ku şikandina tecrîda li Îmraliyê tê wateya şikandina zincîrên faşîzmê.

Dewleta tirk bi awayekî plankirî di salvegera Komploya 9’ê Cotmehê de li hemberî siyasetmedar û rojnamegerên kur operasyon pêk anî. Di operasyonê de rojnameger Esra Solîn Dal, Abdurrahman Gok, Semîha Alankuş, Savaş Aslan, Kîbriye Evren, Cîhan Olmez, hîndekar Prof. Dr. Nurettîn Turgay, hevserokê HDP’a Amedê Şerîf Camci jî di nav de zêdetirî 100 kes dîl hatin girtin.

Hat ragihandin ku operasyon bi fermana Wezareta Karên Hundir ya dewleta tirk pêk hatiye û hejmara kesên ku bên binçavkirin bi giştî 151 e. Bi ser 183 malan de hat girtin û piraniya deriyên malan hatin şikandin û polîsên bi rûpoş siyasetmedar li erdê dirêj kirin û berê çekan dan wan. Kesên hatin binçavkirin piranî endamên HDP, KCD, DBP, TJA’yê ne.

Gel li qadan bersiv da komployê

Salvegera Komploya 9’ê Cotmehê ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah ji Kurdistanê heta bajarên Ewropayê ji aliyê kurdistaniyan ve hat şermezarkirin.

Bi boneya 20’emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê li bajarên Qamişlo, Hesekê, Dêrik, Til Temir, Kobanê, kantona Şehbayê û gelek bajar û bajarokan bi tevlêbûna bi dehhezaran welatiyên ji hemû pêkhateyên herêmê çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de komplo hat şermezarkirin û çalakvanan ji Ocalan re azadî xwest. Gelemperî di axaftinên çalakiyên li rojavayê Kurdistanê hat gotin ku komploya navneteweyî negihîştiye armanca xwe û bîrdozaiya Ocalan roj bi roj li herêmê xurttir dibe.

Li gelek bajarên Başûr çalakî

Li başûrê Kurdistanê jî bi heman mebestî li Silêmanî, Hewlêr, Ranya, Derbendîxan, Teqteq û Kelarê ji aliyê bi sedan welatiyan bi dirûşma ‘Berdewamkirina goşegirî (tecrîd) li ser Rêber Apo astengkirina azadiya gelan e’ meş pêk hatin û komplo hat şermezarkirin.

Bi hezaran welatiyên Mexmûrê jî ji bo şermezarkirina komployê daketin qadan û dan zanîn ku tu hêz nikarin bi tecrîdê gelê kurd ji Ocalan qut bikin.

Komplo hat naletkirin

Ji aliyê din ve komplo li gelek bajarên wek Amed, Wan, Êlih, Edene, Mêrsîn ji aliyê rêveber û nûnerên partiyên siyasî ve hat şermezar kirin. Di çalakiya şermezarkirinê de hat gotin ku pêvajoya ku bi 9’ê Cotmehê dest pê kir Tirkiyeyê ber bi şerê navxweyî ve biriye û hat diyarkirin ku şikandina tecrîda li Îmraliyê şikandina xeleka faşîzmê ye.

Her wiha tecrîd û komplo li bajarên Orebro yê Swêdê û bajarê Frîboûrg ê Swîsreyê jî hat şermezarkirin.

Li dijî kurdan qirkirina siyasî

Polîsên dewleta tirk duh di serê sibehê de bi awayekî hemwext li bajarên Amed, Wan, Êlih, Stenbol û Mêrsîn jî di nav de, li 8 bajaran bi ser malên siyasetmedar û rojnamegerên kurd de girtin. Di encama serdegirtinan de rojnameger Abdurrahman Gok, Semîha Alankûş, Kîbriye Evren û Esra Solîn Dal jî di nav de zêdetirî 100 kes hatin binçavkirin.

Di dema serdegirtina malan de deriyên malan hatin şikandin û rojnameger û siyasetmedar hatin binçavkirin. Li gorî agahiyan, di encama serdegirtina malan de li Amedê 80 kes hatin binçavkirin. Her wiha rojnameger Semîha Alankuş jî li mala xwe ya Stenbolê hate girtin. Di heman demê de polîsan bi ser avahiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) a li Semta Dîclekentê de jî girt û derî û paceyên wê şikandin.

Ji aliyê din ve rojnameger Lezgîn Akdenîz jî dema ku operasyona binçavkirinê ya li Yenîşehîr a Amedê dişopand, li Kolana Ekîncîler a navçeya Yenîşehîr a Amedê hate binçavkirin. Hat zanîn ku polîsan Akdenîz bir Midûriyeta Polîsan a Amedê. Bi vê yekê re jî hejmara rojnamegerên ku hatine binçavkirin bû 6 kes.

Li Wanê hejmar zêde dibe

Polîsên AKP’ê di heman demê de li navenda Wanê û navçeyên wê yên Ebex, Elbak û Sarayê bi ser gelek malan de girt. Li gorî agahiyên dawî, hejmara kesên ku li Wanê hatine binçavkirin bû 14. Li Wanê jî di encama serdegirtina malan de deriyên malan hatin şikandin û alavan serobin kirin.

Bi giliya ‘kesekî bênav’ operasyon

Li ser binçavkirinên li Amedê, parêzer Resûl Tamûr çû Midûriyeta Polîsan a Amedê û bi rojnameger Abdurrahman Gok re hevdîtin kir. Tamûr da zanîn ku li gorî agahiyên li Midûriyeta Polîsan a Amedê, hemû kes di encama heman giliyê de hatine binçavkirin. Tamûr got ku operasyon di encama îxbarekî bênav de pêk hatine û wiha got: “Lê di giliya mijara gotinê de navê kesekî derbas nabe. Tenê hatiye gotin ku ‘di malan de civîn û rêxistinkirinên veşartî pêk tên’. Tevî ku gilî bênav e jî, der barê 151 kesan de biryara binçavkirinê hatiye derxistin.”

Li dijî operasyonan bertek

Têkildarî binçavkirina rojnamegeran Berdevkê Înîsiyatîfa Rojnamegerên Azad (ÎRA) Hakki Boltan, nûnerê Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) Nûnerê TGS’ê Mahmût Oral, serokê Cemiyeta Rojnamegeran a Başûrêrojhilat (GGC) Veysî Îpek, Gerînendeyê Weşana Giştî yê Evrenselê Fatîh Polat, serokê Giştî yê Komeleya Rojnamegerên Hemdem (ÇGD) Can Guleryuzlu, siyasetmedar Ertugrul Kurkçu û serokê Sendîkaya Basin Îş a DÎSK’ê Faruk Eren bertek nîşan dan. Nûnerên saziyên çapemeniyê da zanîn ku operasyon li ser daxwaza Erdogan pêk hatiye û armanca sereke jî pêşîlêgirtina pîşeya rojnamegeriyê ye.

Axaftvanan da zanîn ku operasyon beriya hilbijartinan pêk hatiye û bi vê yekê jî peyam dane hêzên muxalîf. Axaftvanan got dibe ku operasyon li bajarên weke Stenbol, Enqere, Îzmir û Mêrsînê hîn berfirehtir bibin.

Dikarî Biecibînî