NY: Qirkirina li Myanmarê didome

Li Myanmarê ji ber operasyonên par ên li dijî hindikahiya rohîngya yê misilman, bi sed hezaran kesan xwe li Bangladeşê girtibûn. Tê gotin ku artêşa Myanmarê ku bi îşkence, komkujî û cihêkariyê tê sûcdarkirin, tevî salek di ser operasyonê re derbas bûye jî hewldanên xwe yên ji bo ‘qirkirinê’ didomîne.

Serokê komîsyona lêkolînê ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve ji bo rewşê hatiye avakirin Marzûkî Darûsman diyar kir ku gelek pêkanînên cihêkar ên weke beşek ji ‘qirkirinê’ tê nirxandin, li Myanmarê dewam dikin. Darûsman da zanîn ku vê nêrîna xwe ji endamên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) re jî ragihandiye.

Di meha îlonê de têkildarî mijarê raporeke ku ji 444 rûpelan pêk dihat hatibû weşandin. Di raporê de pêşniyar hatibû kirin ku herî kêm 6 generalên artêşa Myanmarê li dadgehên navneteweyî werin darizandin. Li gorî heman raporê di operasyonan de bi qasî 390 gundên Rohîngyayê hatine şewitandin û 10 hezar kes mirine.

Li Myanmarê ku navê wê yê berê Bîrmanya ye hikumetê rapora NY’ê red kiribû. Hikumetê angaşt kiribû ku wan komîsyoneke lêkolînê ava kirine ku dîplomatên ji welatên Asyayê jî di nav de hene.   NEW YORK

Dikarî Biecibînî