MSD tev li hevdîtinên Cenevreyê dibe

Şandeyê Amerîkayê yê Sûriyeyê James Jeffrey bi armanca lêkolînkirinê serdana bakur û rojhilatê Sûriyeyê kir. Li gorî hin çavkaniyan Jeffrey di van serdanan de teqez kiriye ku dê Rêveberiya Xweser û MSD tev li hevdîtinên Cenevreyê û destûra bingehîn a Sûriyeyê bibin

Şandeyeke peyabilind bi serokatiya şandeyê Amerîkayê yê Sûriyeyê James Jeffrey bi armanca lêkolînkirina rewşa herêmê û aramiya wê û şêwazên tevlêbûna Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) di gotûbêjên destûra bingehîn a Sûriyeyê de û beşdarbûna Cenevreyê serdana herêmên bakur û rojhilatê Sûriyeyê kir.

Çavkaniyan ji civînên ku li bajarên Minbic, Eyn Îsa û Reqayê hatine lidarxistin ragihand ku şandeyê di çarçoveya berdewamkirina desteka manewî û lojîstîk de nameyek pêşkêşî meclisên herêmî, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Meclisa Sûriyeya Demokratîk kiriye.

Çavkaniyan diyar kir ku şandeyê Amerîkayê di hevdîtinan de teqez kiriye ku koalîsyon dê piştgiriya xwe bi hevkarên xwe re di aliyên siyasî û leşkerî de bidomîne. Her wiha heman çavkaniyan destnîşan kir ku Jeffrey teqez kiriye ku ew ji bo beşdarbûna Rêveberiya Xweser û Meclisa Sûriyeya Demokratîk di danûstandinên Cenevreyê de û tevlêbûna wan di amadekirina destûra bingehîn a nû ya Sûriyeyê de dixebitin.

Saziyên bakurê Sûriyeyê girîng in

Ji aliyekî din ve heman çavkaniyan destnîşan kir şande di civînan de teqez kiriye ku koalîsyona navdewletî dê parastina herêmê ji hemû êrîşan bike. Her wiha çavkaniyan diyar kir ku şande teqez kiriye ku bi awayekî cidî li saziyên ku li bakur û rojhilatê Sûriyeyê hatine avakirina dinihêrin û ev tişt got: “Mîna ku şirîkên HSD’ê di aliyê leşkerî de bûn, niha gavên siyasî diavêjin.”

Çavkaniyan destnîşan kir ku nameya Jeffrey zelal bûye û ew jî girêdayî karkirina ji bo tevlêkirina Rêveberiya Bakurê Sûriyeyê di destûra bingehîn a Sûriyeyê de, derxistina hêzên din ji Sûriyeyê û bicihanîna çareseriya siyasî bûye. Her wiha li gorî çavkanaiyan Jeffrey diyar kiriye ku ew heta çareserkirina aloziya Sûriyeyê dê li herêmê bimînin û nehêlin tu aliyek mudexeleya van herêman bike û bi taybetî herêmên ku HSD’ê bi hevkariya hêzên koalîsyonê rizgar kirine. QAMIŞLO

 

Dikarî Biecibînî