Temellî: Navnîşana aştiyê Îmralî ye

Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî û heyeta pê re Navenda Sendîkaya Kedkarên Hemû Xizmeta Rêveberiyên Herêmî û Şaredariyan (TUM BEL-SEN) ziyaret kir. Heyet ji aliyê serokê TUM BEL-SEN’ê Erdal Bozkurt hat pêşwazîkirin.

Temellî di serdanê de axivî û diyar kir ku dê bi hev re pirsgirêkên hev çareser bikin û wiha got: “Tirkiye di nava gerîneka pirsgirêkan de maye. Niha li bajarên kurdan şaredarî ji aliyê qeyûm û feraseta yekperest ve tên birêvebirin. Li cihek wisa ku zîhniyetek yekeperest heye mirov nikare behsa demokrasiyê bike. Têkoşîna me jî têkoşîna demokrasî û kedê ye. Werin em bi hev re têkoşîna ked û demokrasiyê bidin. Ev hilbijartina ji bo gavavêtina demokrasiyê girîng e.”

Hevserok Temellî têkildarî banga aştiyê ya du roj berê bû rojev jî ev tişt vegot: “Ne banga tifaqekê ye. Heke aliyên şer hevdîtina bikin dê muxatab hevdîtinê bikin. Ji ber vê min navnîşanê Îmraliyê nîşan da. Em jî neçar in piştevaniya pêvajoyek wiha bikin.”

Her wiha serokê TUM BEL-SEN’ê Bozkur jî got ku divê ew bi siyasetê re karek hevpar bikin û dema ew bên gel hev dê rejîma heyî tarûmar bibe. ENQERE

Dikarî Biecibînî