‘Muxatabê yekemîn birêz Ocalan e’

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî anî ziman civîna ku li Amedê tê lidarxistin, ji bo çareserkirina krîza Rojhilata Navîn girîng e. Temellî da zanîn ku çareserkirina krîza li Sûriyeyê jî bi esasgirtina vîna gel pêkan e. Temellî bersiv da gotinên Omer Çelîk û daxuyand ku tekane muxatabê muzakerayan birêz Ocalan e

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî der barê ‘Konferansa Çareseriya Neteweya Demokratîk û Krîza Rojhilata Navîn’, civîna li Amedê, Lûtkeya li Stenbolê ya di navbera Almanya, Rûsya, Fransa û Tirkiyeyê de û daxuyaniya berdevkê AKP’ê Omer Çelîk de li Otela Demir daxuyanî da. Temellî di serî de bal kişand ser konferansa li Amedê û got ku konferansek gelek girîng e.

Sezaî Temellî diyar kir ku ji bo dîtina çareseriya krîza Rojhilata Navîn kom bûne û wiha domand: “Ev krîz tenê bi Rojhilata Navîn re bi sînor nîne. Krîzeke siyasî ya kurewî ye. Di navenda wê de jî meseleya Sûriyeyê heye. Çareseriya li Sûriyeyê dê ji bo Tirkiye û Sûriyeyê aştî û demokrasiyê bi pêş bixe. Sibe, 95’emîn salvegera avakirina komarê ye. Lê pirsgirêka komarê, pirsgirêka 95 salan a demokratîkbûnê ye. Krîza rejîma Tirkiyeyê tu hêviyan nade gelên herêmê. Her ku diçe jî kûrtir dibe.”

‘Çareserî bi vîna gel pêkan e’

Temellî piştre jî bal kişand ser lûtkeya duh û ev nirxandin kir: “Armanca lûtkeyê,  zelal bû. Ji destpêka şerê Sûriyeyê heta niha çareserî tenê dikare bi destê gel bi pêş bikeve. Lûtkeya ku vîna gel tune dihesibîne, nagihije armanca xwe. Berê jî lûtkeya sêalî hebû û niha Îran jê derxistin. Lê dîsa jî Sûriye û vîna gelê wê li ser maseyê nîne. Em bang li NY’yê dikin ku vîna gelê Sûriyeyê esas bigire. Pêdiviya Sûriyeyê bi destûra bingehîn a demokratîk heye. Îktîdara Tirkiyeyê bi gotinên xwe dijberiya kurdan diafirîne.”

‘Divê tecrîd bê rakirin’

Di berdewamê de jî Temellî gotinên  Omer Çelîk ên der barê çareseriyê de bi bîr xist û wiha got: “Em bang li gelê xwe dikin ku guh bidin banga me. Tu hêvî û bendewariyên me ji îktidarê nînin. Omer Çelîk careke din axaftina ku şer sor dike û aştiyê piştguh dike, kir. Hemû civakê weke terorîst dibîne. Aştî bi tekoşîna hevpar a gelên Tirkiyeyê pêkan e. Di pêvajoya çareseriya demokratîk de helwest û hevdîtina birêz Ocalan li holê ye. Em bang li gelên Tirkiyeyê dikin ku bi hev re li dijî şer û helwesta ceberut a îktîdarê rawestin da ku em komara demokratîk û laîk bi pêş bixin. Yekemîn muxatab birêz Ocalan e. Berî her tiştî divê tecrîda li ser birêz Ocalan bi dawî bikin û hevdîtin dest pê bikin.”

Ji bo yekitiyê pêngavên girîng

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî got ku di hevdîtinên bi partiyên kurd re jî pêngavên girîng hatine avêtin. Temellî destnîşan kir ku gelê kurd ket pêvajoyek xurt a şewirmendî û piştgiriyê û wiha bi dawî kir: “Ev tifaq ne tenê ji bo hilbijartinê, ji bo yekitiyê jî pêngavên girîng in.” AMED

Dikarî Biecibînî