Bi zagona ‘Heqê xwarinê’ re girtiyan ceza dikin

Parlamentera HDP’ê Meral Daniş Beştaş têkildarî mijara ‘Zagona Jimar 2548 a Heqê Xwarin û Xercên Mehkûman’ ku heqê xwarinê ji girtiyan distînin, pêşniyazpirsek pêşkeşî meclisê kir.

Beştaş got zagona ku di salên 1930’yan de hatiye derxistin û divê bê rojanekirin. Beştaş got nabe ku pere ji girtiyan bên standin

Di sala 1934’an de ‘Zagona Jimare 2548’an a Heqê Xwarin û Xercên Mehkûman’ hat derxistin. Ji ber vê zagonê jî li girtîgehan ‘heqê îaşeyê’ ango ‘heqê xwarinê’ ji girtiyan tê standin. Di çarçoveya vê zagonê de jî ji girtiyê nexweş ê rewşa wî giran Mehmet Çelebî Çalan jî 3 hezar û 951 lîre ‘heqê xwarinê’ hat xwestin. Têkildarî mijarê Çalan jî bertek nîşan dabû û diyar kiribû ku ew girtî ye û nikare vî pereyî bide. Tevî vê yekê jî îtîraza Çalan hatibû redkirin.

Parlementera HDP’ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş jî ev mijar xist rojeva meclisê û der barê mijarê de pêşniyazpirsek berpêşî wezareta dadê kir. Di pêşniyazpirsê de Beştaş anî ziman ku ev qanûn ne li gorî şert û mercên niha ye û divê bê rojanekirin.

Di dawiyê de jî Beştaş ev tişt parve kir: “Ev zagon di salên 1930’yan de hatiye derxistin. Îktîdara ku her roj li gorî berjewendiyên xwe zagonan çêdike, di meseleyeke evqasî girîng de vê zagonê li girtiyan ferz dike. A rast ev yek nêzîkatiya îktîdarê jî nîşan dide. Kesên bi belge diyar dikin ku rewşa wan a aborî nebaş e jî, ev pere ji wan tê xwestin. Ev rêbaz, rêbaza cezakirina pêvekî ye. Divê di zûtirîn dem de ev yek ji holê bê rakirin. Em ê heta dawiyê vê mijarê bişopînin. Divê bi tu awayî ev pere bi taybetî ji malbatên girtiyên nexweş û rewşa wan a aborî nebaş neyê standin.”  ENQERE

Dikarî Biecibînî