‘Statûya kurdan bi yekitiya neteweyî pêkan e’

Parlamenterê HDP’ê Îmam Taşçier da zanîn ku li pêşberî yekitiya neteweyî ya kurd astengiyên esasî hêzên global û siyaseta parçebûyî ya hêzên siyasî yên kurd e. Taşçier got ger yekitiya neteweyî ya kurd pêk neyê, kurd her tim rastî komkujiyan bên û bang li hemû aliyan kir ku ji bo yekitiyê bikevin nava hewldanan

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di 20’ê cotmehê de starta xebatên hilbijartinên herêmî da. Bi vê re jî stratejiya xwe ya tifaqê diyar kir û di vê çarçoveyê de jî bi partiyên kurdan re hevdîtin kirine. Her wiha ev hevdîtin bûn sedema nîqaşkirina yekitiya neteweyî ya kurd. Têkildarî mijarê parlamenterê HDP’ê yê Amedê Îmam Taşçier axivî û da zanîn ku heta ku yekitiya neteweyî ya kurd pêk neyê, ne pêkan e ku kurd bibin xwedî statû.

Îmam Taşçier anî ziman ku sed sal berê Kurdistan bêyî îradeya kurdan hate parçekirin û wiha domand: “Kurd di nav xwe de jî parçe bûne. Divê kurd êdî bibin yek. Dewletên Rojhilata Navîn têkildarî kurdan xwedî polîtîka ne. Ger di sala 2013’an de Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê pêk bihata, dê rewşa niha pir cuda bûya û kurd bûbûna xwedî statû.”

Astengiyên li pêşiya yekitiya neteweyî

Taşçier diyar kir ku ji bo yekitiyê divê kurd li hemû parçeyan têbikoşin û wiha pê de çû: “Heta ku yekitî çênebe, dê kurd her tim rastî pişaftin û komkujiyan bên. Bi taybetî jî ger em vê yekê li Tirkiyeyê pêk bînin, dê bandorê li parçeyên din jî bike. Li pêşiya yekitiyê, astengiya herî mezin hêzên navneteweyî ne. Rewşa parçebûyî ya siyaseta kurd û lîstikên hêzên global li pêşiya yekitiya neteweyî ya kurd dibe asteng. Astengiya herî mezin jî têkiliyên partiyên kurd ên bi dewletan re ne. Her wiha sedemeke girîng a li pêşiya yekitiyê jî nehatina cem hev a partiyên siyasî û  berjewendiyên wan ên partîtî ne.”

Hevdîtinên bi partiyên din re

Di berdewamê de jî Taşçier bal kişand ser kêmasiyên siyaseta bakurê Kurdistanê û ev nirxandin kir: “Dengên ku HDP digire, teqabûlî nifûsa başûrê Kurdistanê dike. Partiya ku siyaseta kurd jî di nav de ye û girseya wê ya herî mezin HDP ye. Ji ber vê yekê jî rola herî mezin dikeve ser milê HDP’ê. HDP ji bo yekitiya neteweyî bi awayekî aktîf dixebite. Di navbera partiyên kurd de kêmasiya diyalogê heye. Divê ev kêmasî ji holê bên rakirin. Xebatên niha tên çêkirin ne tenê ji bo hilbijartinê. Ev hevdîtin ji bo yekitiya neteweyî pir girîng in. Bêguman yekitiya neteweyî tenê bi van hevdîtinan ne pêkan e. Divê rûspî, rêxistinên civaka sivîl jî tevkariyê lê bikin û gelê kurd jî ji bo yekitiya neteweyî hewl bide.” AMED

Dikarî Biecibînî